Li 29 bajaran bi hinceta PKKyê 147 kes hatin desteserkirin

28-04-2024
RÛDAW
Nîşan PKK Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li 29 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi hinceta “endamtî, alîkarî û propagandaya PKKyê” 147 kes hatin desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya derbarê desteserkirinan de li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Alî Yerlîkaya ragihand ku bi serpereştiya Serdozgeriya Komarê, Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan û Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê li 29 bajaran "operasyona Bozdogan-30" hatine kirin.

Yerlîkaya da zanîn ku di operasyonê de li parêzgehên Amed, Riha, Semsûr, Agirî, Erzirom, Dîlok, Sêrt, Şirnex, Wan, Kilîs, Xarpêt, Mêrdîn, Sêwaz ên Bakurê Kurdistanê û li parêzgehên Stenbol, Mêrsîn, Enqere, Antalya, Aydin, Denîzlî, Îzmîr, Manîsa, Tekîrdag, Rîze, Osmaniye, Kocaelî, Hatay, Gîresun, Edîrne û Bûrdûrê yên Tirkiyeyê bi hinceta “endamtî, alîkarî û propagandaya PKKyê” 147 kes hatine desteserkirin.

Yerlîkaya diyar kir ku di operasyona Stenbol, Enqere û Rihayê de bi hinceta ku di nav “beşa medyayê ya PKKyê de cih girtine û bi parvekirinên medyaya civakî û çêkirina nûçeyan propagandaya rêxistinê kirine” gelek kes hatine desteserkirin.

Herwiha gelek kesên ku beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûne bi hinceta “propagandaya PKKyê” hatine desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst