Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber erkdarkirina wî ya ji bo avakirina hikûmeta nû ya Îraqê Elî Zeydî pîroz kir.
Serokê Herêma Kurdistanê doh bi şev li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ji bo namzedbûn û erkdarkirina wî ya posta serokwezîrtiyê Elî Zeydî pîroz kir û got:
“Em di erkê wî yê avakirina hikûmeteke niştimanî û berfireh de serkeftinê jê re dixwazin ku bersivê bide daxwazên gelê me yê li seranserê Îraqê û ji bo pêkanîna aramî û avakirinê kar bike."
"Em piştgiriya xwe ducare dikin"
Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a peyama xwe de anî zimên, "Ji bo paşerojeke baştir a hemû Îraqiyan em piştgiriya xwe ya ji bo wî û karkirina bi wî re ducare dikin."
Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan êvara duşemê civiya.
Di vê civînê de namzediya Elî Zeydî ya ji bo posta Serokwezîrtiya Îraqê bi awayekî fermî hat eşkerekirin.
Piştî vê yekê, Elî Zeydî ji aliyê Serokkomarê Îraqê ve ji bo avakirina hikûmeta nû hat erkdarkirin.
Li gorî yasayan, divê serokwezîr di nava 30 rojan de kabîneya xwe pêşkêşî parlamentoyê bike.
نبارك للسيد الأخ علي الزيدي ترشيحه وتكليفه لمنصب رئيس مجلس الوزراء، متمنين له التوفيق والنجاح في مهامه لتشكيل حكومة وطنية شاملة تُلبي تطلعات شعبنا في عموم العراق، وتعمل على تعزيز الاستقرار والإعمار.
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) April 27, 2026
نؤكد دعمنا له والعمل معه من أجل مستقبل أفضل لجميع العراقيين.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse