Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez ragihand ku li Şirnex û navçeyên wê belavbûna madeyên hişbir bûye pirsgirêkeke civakî.
Îrmez bangî desthilatê kir ku li şûna tedbîrên demkî, bi awayekî rast rûbirûyî madeyên hişbir bibe.
Mehmet Zekî Îrmez di Komcivîna Giştî ya Parlamentoyê de axivî û bal kişand ser belavbûna madeyên hişbir a li Şirnex û navçeyên wê.
"Temenê bikaranînê daketiye"
Îrmez diyar kir ku li Şirnex û navçeyên wê her ku diçe madeyên hişbir zêdetir berbelav dibin.
Îrmez got ku daketina temenê bikaranîna madeyên hişbir nîşaneya wê yekê ye ku ev krîz gihîştiye qonaxeke gelekî krîtîk.
"Rûbirûbûn tenê li ser kaxezê maye"
Mehmet Zekî Îrmez rexne li polîtîkayên rûbirûbûna madeyên hişbir girtin û destnîşan kir ku rûbirûbûna tawanên hişbirê tenê li ser kaxezê maye.
Wî tekez kir ku bi operasyonên rûxesarî xelk tê xapandin lê di rastiyê de gavên ku bibin çareserî nayên avêtin.
Parlamenterê DEM Partiyê got, "Veqetandina ji sedî 0,002yan a ji bo rûbirûbûna madeyên hişbir ji aliyê Wezareta Werziş û Ciwanan ve nîşan dide ku desthilat ji bilî tedbîrên demkî yên hêzên ewlehiyê ti hewldaneke din nake.”
Operasyonên Wezareta Karên Navxwe
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku di nava 10 rojên dawî de li 75 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li dijî madeyên operasyon hatine kirin.
Di operasyonên li dijî bazirganên madeyên hişbir de hezar û 319 gumanbar hatin desteserkirin û 638 kes ji wan bi biryara dadgehê hatin girtin.
Li gorî wezaretê, di heman operasyonan de dest hat danîn ser 767 kîlogram madeyên hişbir û 3 milyon û 340 hezar û 726 hebên hişbir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse