Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel hejmarek veberhênerên Herêma Kurdistanê civiya.
Mesrûr Barzanî ragihand ku wan her ji piştî hilbijartinan xwestiye kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê were pêkanîn.
Mesrûr Barzanî her wiha hêvî kir ku êdî avakirina hikûmeta Kurdistanê zêdetir dereng nekeve.
"Em hêvî dikin serdemeke nû ya aştiyê dest pê bike"
Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Facebookê daxuyaniyek belav kir.
Barzanî di daxuyaniya xwe de li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê got:
"Me hêvî kir ku kabîneya nû ya fîderal bibe destpêka serdemeke nû ya aştî û aramiyê.
Her wiha bibe sedema çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûrê û rêzgirtina li mafên destûrî û qewareya fîderal a Herêma Kurdistanê."
"Bila pêkanîna hikûmetê zêdetir dereng nemîne"
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê pêkanîna kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê de jî daxuyaniyek da.
Barzanî bal kişand ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û got:
"Em her ji piştî lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, xwazyar bûn ku di demeke herî zû de kabîneya nû ya hikûmetê bê pêkanîn.
Em hêvî dikin ku êdî ev mijar zêdetir dereng nemîne."
Di beşeke din a civînê de, Mesrûr Barzanî spasiya veberhêner û sektora taybet kir.
Wî da zanîn ku rola wan di piştgirîkirina hikûmetê, bipêşketina aboriyê û tevgera bazirganiyê ya li Kurdistanê de gelekî girîng e.
Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê
Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê Çiriya Pêşîn a 2024an hatin lidarxistin.
Di wan hilbijartinan de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 39 kursî û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî 23 kursî bi dest xistin.
Tevî ku demeke dirêj di ser hilbijartinan re derbas bûye jî heta niha kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nehatiye avakirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse