Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêrecûkê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê 2 otomobîl li hev qelibîn.
Di qezayê de 3 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.
Qeza li ser otobana Tarsus-Edene-Dîlokê (TAG), li nêzîkî navçeya Bêrecûkê ya parêzgeha Rihayê rû da.
Li gorî agahiyan, li ser rê 2 otomobîlên ku nasnameyên şofêrên wan hîn nehatine eşkerekirin bi tundî li hev qelibîn.
Li ser agahdarkirina welatiyan, tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.
Di kontrolên destpêkê yên tîmên tenduristiyê de hat tesbîtkirin ku Ebru Demîra 25 salî, Mahmut Kiliçê 55 salî û jineke din a ku nasnameya wê hîn nehatiye diyarkirin li cihê qezayê mirine.
Her wiha 5 kes jî di qezayê de birîndar bûne.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên cuda yên li Rihayê.
Termên kesên ku mirine piştî lêkolînên dozger ji bo morga nexweşxaneyê hatin birin.
Tîman ji bo vekirina trafîkê rê paqij kir û wesayîtên ku qeza kiribûn ji ser rê hatin rakirin.
Hêzên ewlehiyê li ser sedema qezayê û hûrguliyan lêpirsîneke berfireh da destpêkirin.
#WÊNE - Li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê 2 otomobîl li hev qelibîn
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 28, 2026
🚑 Di qezayê de 3 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn#Riha #Qeza pic.twitter.com/vvY4q2fPI8
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse