Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê germahî gihîşt 42 pileyan.
Germahiya zêde bandoreke neyînî li jiyana welatiyan dike û welatî berê xwe didin cihên hênik.
Li gorî Birêvebiriya 15emîn a Deverê ya Saziya Keşnasiya Tirkiyeyê li Amedê doh pileya herî bilind a germahiyê wekî 42 pile hat tomarkirin.
Tê pêşbînîkirin ku germahî îro jî bi heman awayî 42 pile be.
Germahiya zêde bandoreke neyînî li jiyana rojane ya welatiyan kir, bi taybetî zarok ji bo ku xwe hênik bikin, xwe davêjin hewzên li Parka Anzeleyê ya li navçeya Sûrê.
Welatiyên ku ji germahiya zêde bêzar bûne xwe dispêrin bin siyan û cihên bi klîma.
Beşek ji welatiyan ji bo hênikbûnê berê xwe didin park û baxçeyan û hewl didin di nava keskatiyê de xwe ji germahiya zêde biparêzin.
Bi taybetî danê nîvro ji ber germahiyê kolan û cadeyên sereke yên bajêr vala dimînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse