Hewlêr (Rûdaw) - Şer li devera Mari berdewame û devera Ezazê jî weke devereke serbazî hat ragihandin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, li devera Mari ya li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê ku dikeve navbera her du kantonên Efrîn û Kobanî yên Rojavayê Kurdistanê, şerekî dijwar diqewime.
Li gor agahiyên gihîştin Rûdawê, li bajarokê Mari a li bakurê Helebê di navbera çekdarên DAIŞê û Cebheya Şamî de berdewam dike ku her du alî dixwazin gund û bajarokên derdorê kontrol bikin.
Hat ragihandin, şerekî giran di navbera çekdarên DAIŞê û Cebheya Şamî de li derdora gundê Senadîf diqewime û di heman demê de çekdarên DAIŞê li gundê Kefre jî bi otomobîleke bombekirî êrîşî deverê kirin.
Ji aliyekê din ve balafirên hevpeymanan, li devera Mari çend êrîş li dijî çekdarên DAIŞê pêk anîn ku di encamê de bi dehan çekdarên wê rêkxistinê hatin kuştin û gellek otomobîl û alavên serbazî yên wan hatin jinavbirin.
Herwiha doh êvarê jî Cebheya Şamî di daxuyaniyekê de bajarê Ezazê ya di navbera Kantonên Efrîn û Kobanî de weke devereke serbazî ragihand.
Cebheya Şamî di daxuyaniya xwe de ji xelkê bajar xwest ku çekên di destê xwe de radestî baregehên wê rêxistinê bikin, piştî ku çekdarên wê rêxistinê her du bajarokên Mari û Til Refhet li derdora bakurê Helebê kontrol kirin.
Bajarokê Mari bi qasî 35 km ji bakurê Helebê dûr e û herwiha 25 km ji sînorê Tirkiyeyê jî dûr e û ketiye di navbera her du kantonên Efrîn û Kobanî yên Rojavayê Kurdistanê.
Deverên di navbera Efrîn û Kobanî de, di kontrola çekdarên DAIŞê, Cebhet El Nusra û komên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyeyê de ne.
Li wê herêma Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye hewl dide bi piştgîriya Amerîkayê herêmeke tampon ava bike û derbarê wê mijarê de bi rayedarên Washingtonê re di danûstandinê de ye.
Tirkiye bi aşkere ragihandiye, ew ditirsin ku kurd hewl bidin tevahiya sînorê Sûriyeyê bi Tirkiyeyê re kontrol bikin û axa di bin desthilatdariya xwe de bikin yek û herêmeke kurdî pêk bînin.
Rayedarên Tirkiyeyê çendîn caran tekez kirine, ku ew rê nadin dewleteke din a kurdî li bakurê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê pêk were.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse