Endamên Kongreya Amerîkayê: Kurd hevpeymanên me ne û divê werin parastin

16 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Kongreya Amerîkayê Kurd Sûriye Heleb
A+ A-

Washington (Rûdaw) - Çend endamên Kongreya Amerîkayê derbarê rewşa taxên Kurdan ên li Helebê û êrişên artêşa Sûriyeyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivîn.

Yek ji endamên Kongreya Amerîkayê got: "Kurd her tim bi me re bûn. Bi nêrîna min Kurd gelekî bindest in. Wan li gel me şer kir û alîkariya gelek kêmîneyên li wê herêmê kir lê nehatine parastin."

Berpirsê Ofîsa Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde mîkrofona xwe dirêjî çend endamên Kongreya Amerîkayê kir û li ser êrişan û helwesta wan pirs jê kirin.

Endamê Kongreya Amerîkayê Mike Baumgartner got:

"Min ew raporên derbarê van êrişan nedîtine lê bê guman em dixwazin her kes li Sûriyeyê werin parastin.

Em dilgiran in û em dixwazin piştrast bin ku hikûmet hemû xelkê ji hemû dîn û neteweyên cuda yên li Sûriyeyê diparêze."

Mike Baumgartner anî zimên ku di dilê wî de cihekî taybet ê Sûriyeyê heye û sala 1994an çûye wî welatî ku wê demê di Encumena Niştimanî ya Pêwendiyên Amerîka-Ereban de bûye.

Baumgartner da zanîn ku demekê li Sûriyeyê maye, gelekî jê hez kiriye û gelek caran li ser gelê Sûriyeyê difikire û destnîşan kir ku ew xelk ji desthilata Beşar Esed çêtir heq dikin û hêvî kir ku aştî û ewlehî pêk were.

Diyar Kurde jê pirsî: "Peyama te ji bo serkirdeyên nû yên Sûriyeyê derbarê mafên kêmîneyên wekî Kurd û Durziyan çi ye ku rastî êriş û tundiyê hatine?"

Mike Baumgartner bersiv da: "Ez bi dengekî bilind û zelal dibêjim; Amerîka dixwaze her kes li Sûriyeyê bibe xwedî cih û jiyaneke baş. Ferq nake tu Misilman bî, Durzî, Xiristiyan, Şîe, Sunî yan jî Kurd bî; divê li Sûriyeyê cihê her kesî hebe.

Amerîka dê çavdêriya rewşê bidomîne û eger pêwîst be dê destwerdanê bike û em dê bi hevpeymanên xwe yên li herêmê re bixebitin.

Em hêviya herî baş ji bo gelê Sûriyeyê dixwazin. Gelek endamên Kongreyê behsa Sûriyeyê dikin, loma ev mijarek e ku di bin çavdêriya xelkê de ye."

"Her cure tundiya li ser bingeha baweriyên dînî qirêj e"

Eric Burlison yek ji wan endamên Kongreya Amerîkayê e ku Diyar Kurde pê re axivî û got: "Bi dîtina min her cure tundiya li ser bingeha baweriyên dînî kiryareke qirêj e, loma divê mafên xelkê werin parastin; divê mirov karibin ji kîjan Xwedayî re dixwazin perestiyê bikin."

Juan Vargas endamekî din ê Kongreya Amerîkayê ye, wî jî ji mîkrofona Rûdawê re got:

"Ez ji êrişa li ser hêzên Kurdî ne agahdar bûm lê divê ez bibêjim ku Kurd her tim bi me re bûn.

Bi nêrîna min Kurd gelekî hatine çewisandin.

Wan [Kurdan] li gel me şer kir û alîkariya gelek kêmîneyan li wê herêmê kir lê nehatine parastin.

Loma me hîn wekî ku pêwîst e kar nekiriye, bi ti awayî ne bes e.

Ez zêde ji rûdanên dawiyê ne agahdar im lê divê em bêhtir bikin."

"Pêwîst e em bi civaka Kurdan a li Sûriyeyê re bixebitin"

Diyar Kurde mîkrofona xwe dirêjî endamekî din ê Kongreyê yê bi navê Brad Schneider kir û wî jî got:

"Niha zêde ji hûrgiliyan ne agahdar im lê ez dizanim ku divê em bi civaka Kurd a li Sûriyeyê re bixebitin.

Ew hevpeymanên me bûn û divê em piştrast bin ku tên parastin."

Endamê Kongreya Amerîkayê Rich McCormick jî ji Rûdawê re axivî û got:

"Ez her tim alîgirê parastina Kurdan bûm, ferq nake li kîjan welatî bin.

Ez dizanim ku Kurd ne xwedî welatekî taybet ê xwe ne, ne wiha ye?

Wekî kesekî ku di nav artêşê de bûye û li derveyî welat li Kendava Fars û Efxanistanê erk girtiye, Kurd her tim gelek bûne ku hewl daye di vê cîhanê de rêya xwe vekin lê mixabin piraniya caran li her welatî wekî kêmîne xuya dikin."

Endamê Kongreya Amerîkayê Mike Lawler di bersiva Diyar Kurde de anî ziman:

"Nêrîna min a li ser Sûriyeyê ew e ku em hikûmeteke biîstîqrar dixwazin, bê guman em veguhestineke aştiyane ya ji rejîma Esed dixwazin.

Serok û îdareya wî ya li Sûriyeyê berpirsyar in ku piştrast bin kêmîneyên dînî tên parastin.

Nabe ku rewş têk biçe û kêmnetewe yan kêmîneyên dînî bi her awayî werin çewisandin; ev berpirsyariyek e ku divê Serok dema bi Amerîkayê re dixebite pêbendî wê be."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst