Li Zaxoyê otomobîl teqiya, mirî û birîndar hene

28-08-2025
RÛDAW
Nîşan Zaxo Otomobîl Teqîn Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê sîstema gazê ya otomobîlekê (LPG) teqiya û di encamê de 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.

Birêveberê Rewşa Awarte ya Dihokê Heysem Berbeharî ji Rûdawê re ragihand, bûyer li gundê Bastikê yê li ser rêya Dihok-Zaxoyê di garaja malekê de çêbûye.

Nûçegihanê Rûdawê Heyder Doskî ji cihê bûyerê ragihand ku zerereke mezin gihiştiye xaniyê ku otomobîl tê de teqiya.

Nûçegihanê Rûdawê her wiha diyar kir, şofêrê otomobîlê sîstema wê ya sotemeniyê ji benzînê guherandiye gazê lê heta niha sedema sereke ya bûyerê nehatiye zanîn.

Li gorî agahiyên ku Nûçegihanê Rûdawê ji çend şahidên bûyerê wergirtine, her du kesên ku mirine birayên hev in.

Navê kesên ku mirine Seîd Islah û Mihemed Islah e û temenê wan di navbera 13 û 20 salî de ye.

Polîs gihiştine cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kirine.

Nûçegihanê Rûdawê da zanîn ku birîndar tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Lezgîn a Dihokê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst