کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Berwariya Bala ji nû ve şên dibe: Piştî şer, xelkê dest bi avakirinê kir

Heyder Doskî

Heyder Doskî

28-08-2025
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Heyder Doskî
Heyder Doskî28-08-2025

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Dihok (Rûdaw) - Li devera Berwariya Balayê, êdî dengê top û balafirên şer nemaye û li şûna wan, dengên xweş û bi hêvî yên amûrên kar û çakûçên xaratan bilind dibin.

Li vê deverê guhertineke mezin dest pê kiriye û xelkê wê bi kelecanî mijûlî jinûveavakirin û vegerandina jiyanê ne.

Piştî demeke dirêj a alozî û şer û pevçûnên di navbera PKK û Tirkiyeeyê de ku tirs û xof belav kiribû û xelk ji fikra avadaniyê sar kiribû, niha aramî çêbûye û jiyan li gundan ji nû ve dest pê dike.

Cefer Weysiyê ku yek ji wan hosteyên bi karê înşaetê ve mijûl e, ji Rûdawê re got, “Piştî rawestandina şer, pêvajoya avadankirina deverê berdewam e û kar tê kirin.

Niha em li gundê Mayê, Hirorê, Dêrişkê û paşê jî heta Ormedadiyê kar dikin.”

Îbrahîm Kamilê xelkê gundê Çelkê jî amaje pê kir ku berê ji ber topbaranê heta (kepre) sîdankên li deşta jêrîn jî wêran bûbûn lê niha rewş bi temamî guheriye.

Wî her wiha got, “Piştî ku top û balafir neman, xelk gundên xwe avadan dikin. Avadaniyê li vê deverê dest pê kiriye.

Berê sîdankek li vir hebû, xera bûbû. Kesî newêrîbû were ser milkê xwe yan jî zeviyên xwe cot bike. Niha ku şer û topbaran nemaye, xelk radibin û xaniyên xwe ji nû ve ava dikin.”

Pêvajoya aştiyê bandoreke erênî li ser devera Berwariya Balayê kiriye.

Li Çelkê, Bêduhê, Dêrişkê, Tîşembêk û Ormedadiyê û gelek gundên din, gundiyan dest bi avakirina xaniyên xwe û vegerandina jiyanê bo deverên xwe kirine.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên