Nêçîrvan Barzanî û Musena Samerayî civiyan

28-09-2025
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Musena Samerayî Hevpeymaniya Ezimê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Serokê Hevpeymaniya Ezimê Musena Samerayî qebûl kir.

Nêçîrvan Barzanî û Musena Samerayî li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên welat, bi taybetî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, hemfikir bûn.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê civînê de ragihand ku di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Îraqê, hilbijartinên giştî yên pêşerojê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û rewşa pêkhateyan li Îraqê hatine gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, "Her du aliyan tekezî li ser girîngiya hevkariya hevbeş û xebata bi hev re ya di navbera hemû pêkhateyên Îraqê de kir ku aramî û ewlehiya welat diparêze."

Her wiha hat gotin ku her du alî "li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên welat, bi taybetî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, hemfikir bûn."

Li gorî Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du aliyan beşdariya hêz, aliyên siyasî û pêkhateyên Îraqê di hilbijartinên pêşerojê yên Parlamentoya Îraqê de ji bo serkeftina hilbijartinê û proseya siyasî ya li welat bi pêwîst zanî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst