Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî bi Serokê Hevpeymaniya Ezimê Musena Semerayî re civiya.
Di civînê de xebatên pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê û pêvajoya siyasî hatin gotûbêjkirin.
Serok Mesûd Barzanî îro li Pîrmamê Serokê Hevpeymaniya Ezimê Musena Semerayî qebûl kir.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Baregeha Barzanî ve hatiye belavkirin de hat diyarkirin ku her du serkirdeyan rewşa giştî ya siyasî ya Îraq û herêmê nirxandiye.
Li gorî daxuyaniyê, xala sereke ya rojeva civînê dan û standinên pêkanîna hikûmetê yên li Bexdayê bûn.
Her du aliyan gavên dawî yên di pêvajoya siyasî ya ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Îraqê de nirxandin.
Di daxuyaniya civînê de hat gotin:
"Di civînê de rewşa siyasî ya Îraq û herêmê bi giştî hat gotûbêjkirin.
Her wiha bipêşketinên dawî yên di pêvajoya pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê de hatin nirxandin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse