SÊRT - Ramazan Baturê 82 salî 10 roj in winda ye

28-09-2025
Nîşan Ramazan Batur Sêrt Misirc
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Bêwasê yê navçeya Misircê ya Sêrta Bakurê Kurdistanê Ramazan Baturê 82 salî ev 10 roj in winda ye.

Ramazan Batur 82 salî nexweşê Alzheimerê ye.

Tevî hemû hewldanên berfireh, heta niha ti şopek ji Batur nehatiye dîtin.

"Lêgerîn bi dron û kûçikên şopger didome"

Piştî ku malbata wî di 17ê Îlonê de agahî da rayedaran, cendirme, tîmên AFAD û UMKEyê li herêmê dest bi lêgerîneke berfireh kir.

Gundî û cerdevan jî piştgiriyê didin xebatên ku bi dronên termal û kûçikên şopger tên meşandin.

"Malbat bi fikar e"

Malbata Batur ku 10 roj in bi fikar li benda mizgîniyekê ne, ragihand ku ji bilî nexweşiya Alzheimerê, nexweşiya wî ya tansiyon û dil jî heye û guhên wî jî baş nabihîzin.

Rayedaran diyar kir ku xebatên lêgerînê bê navber berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst