Serok Barzanî û balyozê nû yê Almanyayê alozî û xwepêşandanên li Iraqê gotûbêjkirin

28-10-2019
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî Mesûd Barzanî Kurdistan Ole Diehl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî û balyozê nû yê Almanyayê li Iraqê di civînekê de peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê, dawîn alozî û pêşhatên li Bexda û parêzgehên din ên Iraqê û herwiha rewş û rûdanên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, gotûbêj kirin.

Serok Mesûd Barzanî îro (28.10.2019) li Selahedînê, pêşwazî li balyozê nû yê li Almanyayê li Iraqê, Ole Diehl kir.

Li gor daxuyaniya di derbarê wê kombûnê de hatiye belavkirin, rewşa siyasî ya Iraqê, xwepêşandan û aloziyên li parêzgehên başurê Iraqê û herwiha peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de mijarên sereke yên wê civînê bûn.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku balyozê nû yê Almanyayê li Iraqê, pêzanîn wî hebûne bo seqamgirî û aramiya Herêma Kurdistanê û ragihandiye ku welatê wî spasdar e ji bo rola Herêma Kurdistanê di hewandina koçberan ku erkekî gelek dijwar e.

Balyozê Almanyayê li Iraqê tekez jî kiriye ku Almanya berdewam dibe bo piştevanîkirina Herêma Kurdistanê û herwiha dê berdewamiyê bide kar û xebatên xwe yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo geşepêdan û seqamgiriyê.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, Serok Barzanî jî hêviya serkevtinê bo balyozê nû yê Almanyayê li Iraqê di erk û karê wî de xwestiye û herwiha amaje bi rewşa koçberan kiriye ku Herêma Kurdistanê deriyên xwe li ber vekirine û tekezî li ser pêwîstiya alîkariya Almanya û civaka navdewletî derbarê rewş û hewandina koçberan bo Herêma Kurdistanê kiriye.

Her di wê kombûnê de karîgeriya guhertin û pêşhatên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê li ser seqamgiriya Herêma Kurdistanê û navçeyê û herwiha “metirsiya êrişên DAIŞê li Iraq û navçeyê taybetî jî piştî kuştina Ebûbekîr Bexdadî hatine gotûbêjkirin.”

Almanya weke bihêztirîn welatê di nav Yekitiya Ewropayê de, hemahengiya serbazî û peywendiyên siyasî li gel Herêma Kurdistanê hene, taybetî jî piştî êrişa DAIŞê ku di wê heyamê de alîkariyeke zêdeda  hêzên Pêşmerge û bi rawêşkariya 150 pisporên serbazî yên almanî rahênana zêdetir ji 5 hezar Pêşmergeyan hat kirin.

Almanyayê zêdetir ji 2 hezar çek û teqemenî pêşkêşî hêzên Pêşmerge kirine. Yek ji wan çekên giran jî çeka Mîlan bû ku di şerê li dijî DAIŞê de xwedî roleke karîger bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst