Hewlêr (Rûdaw) - Mesrûr Barzanî projeya gihandina boriya gazê ya di navbera Hewlêr û Dihokê de vekir û ragihand, "Çavkaniyên xwezayî yên Kurdistanê, milkên xelkê Kurdistanê ne, ne milkê ti kesî û ti hizbî û aliyekî siyasî ne."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî projeya stratejîk a gihandina boriya gaza xwezayî ya di navbera Hewlêr û Dihokê de vekir.
Dirêjahiya boriyê 198 kîlometre ye û bi 591 milyon dolarî ji aliyê Kompanyaya KARê ve hatiye çêkirin.
Ev proje dê gaza xwezayî ji bo Santrala Elektrîkê ya Dihokê dabîn bike ku berê ji ber kêmbûna sotemeniyê bi awayekî kêm dixebitî.
Mesrûr Barzanî diyar kir ku ev gav beşek e ji bernameya kabîneya nehem a ji bo sûdwergirtina ji çavkaniyên xwezayî, pêşkêşkirina xizmetguzariyên baştir û parastina jîngeheke paqijtir e.
Barzanî da zanîn ku divê hemû çavkaniyên xwezayî, bêyî cudahî, ji bo xizmeta hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê bên bikaranîn û anî ziman:
“Çavkaniyên xwezayî yên Kurdistanê, milkên xelkê Kurdistanê ne, ne milkê ti kesî û ti hizbî û aliyekî siyasî ne.”
Mesrûr Barzanî her wiha da zanîn ku bi zêdebûna berhemanîna gazê re dikare bibe çavkaniyeke enerjiyê ji bo Îraqê jî.
Barzanî li ser "Projeya Ronahiyê" da zanîn ku armanc ew e heta sala bê li seranserî Herêma Kurdistanê elektrîka 24 saetî were dabînkirin.
#VÎDEO - Mesrûr Barzanî projeya gazê ya Hewlêr-Dihokê vekir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 28, 2025
Serokwezîr Mesrûr Barzanî projeya stratejîk a boriya gaza xwezayî ya di navbera Hewlêr û Dihokê de vekir pic.twitter.com/nc4VnNih0k
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse