Li Amedê kerta taştê geş dibe

28-11-2019
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Taştêya Amedê di qesr û qonaxên kevnar de têne pêşkeşkirin
Taştêya Amedê di qesr û qonaxên kevnar de têne pêşkeşkirin
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Li bajarê Amedê van salên dawî di qesr û qonaxên kevnarên ên Taxa Sûrê de kerteke nû stêrka xwe geş dike; ew jî  qonaxên taştê ne.

Xwarina serê sibê,  ango taştê  li her deverek cîhanê li gor çanda wê derê cureyên xwe afirandiye. Di ferhenga Kurdî de her devereki Kurdistanê li gor diyalekt û devoka xwe navê xwe li xwarina serêsibê daniye; navê xwarina serê sibê li hîn deverên Kurdistanê wisa ne; taştê, Têşt, xwurinî, fitûr û qewaltî ye.

Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê her roj qonaxek li qonaxeke din zêde dibe, xaniyên ku kavilbûne ji aliyê xwediyên wan ve têne nûjenkirin an ji aliyê firoşkaran ve têne îcarekirin û wek restorantên taştê têne amadekirin.

Xwediyê qonaxa taştê Seyfî ji Rûdawê re got: “Berê xelkê li derve zêde taştê nedixwarin; lê niha ev çand berfirehtir bûye, xelkên me tên li van qonaxan rûdinên û xwarina xwe yê serê sibê li vê derê dixwin. Ne tenê ji bajarê Amedê, ji dewletên Ewropayê jî xelk tên vê derê û di van qonaxên dîrokê de taştê dixwin, geryana Sûrê ji bo geştyaran kêfeke mezin e."

Taştêfiroşî niha li bajarê Amedê bûye wek remzeke geştyariyê geştyarên ku têne Amedê, ji bilî xwarina cîgera Amedê û dîtina Bedena Amedê, teqez tên van qonaxên taştê û maweyeke xweş derbas dikin.

Hozan Mensûr yek ji mêvanê qonaxa taştê ye, ku ew tevê malbata xwe hatine ser taştêya Amedê  dibêje:  "Li ber bircên Amedê mirov nan û pîvaz jî bixwe xweş e; lê ez dibînim ku van salên dawî taştêya me nav û dengê xwe li cîhanê belav kiriye."

Mesûde Oner ku yekane aşpêja profesyonel a jin a Amedê ye û ew pispora gastronomiyê ye, dibêje ku bajarê  Amedê wek kewarê mêşan e, ew hilberinên xwezayi yên derdora Amedê hemû li vê derê wek hingiv kom dibin û ew pêşkeşê mêvanên xwe dikin.

Pispora Gastronomiyê Mesûde Oner got: “Penêrên me û bi taybetî zeytûnên me hilberînên xwecihî ne, em dizanin ku zeytûnên Dêrikê bi nav û deng e, dimsên me jî taybêt ê vê herêmê ne û di warê qualîteyê de gelek serkeftî ne. Bi kurtasî hemû hilberînên me ji gundên derdorê Amed û Mêrdînê tên bajarê me. Li bajarê Amedê bêguman çanda taştêfiroşiyê li taxa Sûrê bi nav û deng bû; lê em li taxên nû jî taştêya xwe pêşkeşî mêvanê xwe dikin, taştêya ku em li taxên kevnar û yên nû didin mêvanên xwe, heman taştê ye." 

Beguman taştêya Amedê ne tenê di qesr û qonaxên kevnar de têne pêşkeşkirin.

Li bajarê Amedê 335 taştêfiroş li ser Odeya Taştêfiroşan tomarkirîne û van salên dawî salane 50 taştêfiroş li wana zêde dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst