Termê Hemîdê Smayilaxa li Mêrdînê bi axê hat spartin

28-11-2020
RÛDAW
Nîşan Hemîdê Simayilaxa Hemîd Kilincaslan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Termê siyasetmedarê Kurd Hemîdê Simayilaxa li gundî wî yê li Qoserê bi axê hat spartin.

Termê Hemîd Kilinçaslan (Hemîdê Simayilaxa), siyasetmedar û Berdevkê PDK-Baku, îro, 28.11.2020,  ji Enqerê hat vegerandin û bo gundê Îsmaîl Axa yê Qosera ser bi Mêrdînê ve hat veguhastin.

Termê Hemîd Kilinçaslan, bi beşdarbûna hejmareke kesayet û siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê li goristana gundê Îsmaîl Axa bi axê hat spartin.

Hemîd Kilinçaslan beriya 40 rojan bi Coronayê ketibû û ji ber rewşa wî ya xerab, ew ji bo nexweşxaneya Enqerê hatibû veguhastin.

Piştî wergirtina çareseriyê bo dema 27 rojan li nexweşxaneyê, ji ber têkçûna rewşa tendirustî, wî siyasetmedarê Kurd duh koça dawî kiribû.

Hemîd Kiliçaslan kî ye?

Di sala 1948’an de li Qosera Mêrdînê li Gundê Smaîl Axa hate dinyayê. Dibistana destpêk, navendî û amadehî li Qoserê xwend.

Di dawiya salên 60î de li Zanîngeha Enqereyê li Beşa Hiqûqê dest bi xwendekariyê kir. Ji ber kar û barên siyasî û endamtiya Partî Demokratîk Kurdistan a Tirkiyeyê (PDK-Tirkiye) ji zanîngeha hate avêtin.

Di sala 1979an de bi awayeke çalaktir li Bakurê Kurdistanê kete nava tevgera PDK Tirkiyeyê. Di dema derbeya 12ê îlonê ya 1980an de neçar ma derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe. Ji wê derê jî di sala 1983an de derbasî Swêdê bû. Jiyana xwe li Swêdê berdewam kir.

Zewiciye û bavê 6 zarokan bû. Di sala 2017an de piştî Kongreya 12emîn a PDK Bakur ku li Amedê pêk hatibû, weke berdevkê vê tevgerê hate diyarkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst