Komkujiya Roboskiyê - 'Em edaletê dixwazin ew me ceza dikin'

28-12-2020
9 sal di ser komkujiya gundê Roboskî re derbas dibin
9 sal di ser komkujiya gundê Roboskî re derbas dibin
Nîşan Komkujiya Robsoskî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Malbatên qurbaniyên Komkujiya Roboskiyê, li ser gora kesûkarên xwe merasîmek bi boneya bibîranîna qurbaniyên êrişa firokeyên Tirkiyê birêve birin. Malbatên qurbaniyan ji Rûdawê re gotin ku ew 9 sal e tiştek ji bo wan nehate kirin û heta ku birpisên komkujiyê dernekevin pêşberî dadgehê ew dê dest ji doza xwe bernedin.

Li gundê Roboskî yê ser bi Qilabanê ve li parêzgeha Şirnexê, roja 28ê Kanûna 2011an xelkê gund ku ji bo dabînkirina debara jiyana xwe li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê kar dikirin bûbûn armanca êrişa firokeyên şer ên Tirkiyê.

Di encamê bombebarana firokeyên Tirkiyê de 34 hemwelatiyên Kurd jiyana xwe ji dest dabûn ku piraniya wan zarok bûn û tevî derbasbûna 9 salan jî ti berpirsek li ser vê bûyerê nehatiye cezakirin.

Bi mebesta bibîranîna qurbaniyên vê komkujiyê îro, li ser goristana qurbaniyan bi amadebûna kesûkarên wan merasîmek hat sazkirin.

Kesûkarên qurbaniyên Komkujiya Roboskiyê ji Rûdawê re hestên xwe anîn ziman û behsa proseya dozê kirin.

Yek ji kesûkarên qurbaniyan Mehmet Encu da zanîn ku di Komkujiya Roboskiyê de du birayên wî û kerek wî canê xwe ji dest dane û got: “Ev neh sal e tiştek nehate guhertin û em daxwaza edaletê dikin. Wek hûn jî dizanin ew kesên hatin qetilkirin piraniya wan zarok bûn, kurê min 13 salî bû. Em dixwazin bizanin kê zarokên me qetil kirine. Divê kesên zarokên me qetil kirine û fermana wê dane derbikevin pêşberî edaletê û wî hesabî bidin. Heta îro ve 9 sal derbas bûn, lê tiştek ji me re nehatiye kirin. Em sozên didin heta ku faîlên wê dernekevin li ber dadgehê em dê dest ji doza xwe bernedin.”

Ddayîka qurbaniyekî jî diyar kir kurê wê 13 salî bû û got: “Mafê kes nebû wisa li zarokên me bikin. Ev 9 sal e rewşa me wiha ye. Bêyî sûc zarokên me qetil kirin. Em dixwazin ew kesên ku 34 zarokên me qetil û perçe kirine derbikevin pêşberî edaletê û hesab bidin. Lê heta niha tiştek nekirine. Em li Balafirxaneya Şerafetin Elçî çûn ba serokwezîr (wî heyama Recep Tayyip Erdogan serokwezîrê Tirkiyê bû) wî soz da me got ku ez sozê li ser ruhê xwe didim mafê zarokên we wenda nebe. Lê tiştek nekirin, kanî sozên wan.”

Dayîka qurbaniyê bi navê Muhamed Encû yê 13 salî jî got: “Ti hêviyên min ji eddaleta wan nîne, ew kesên ku komkujî pêk anîne her ev in desthilatdar jî. Her tişt di destê wan de ye. Ev 9 sal e em dibêjin edalet, lê ti edalet nedîtiye û hêj ew me dibin dadgehê û me ceza dikin. Heta Ewropayê jî doza me çû lê nebû tiştek. Wan niha li ser me doz vekirine û heta niha jî doz li ser me berdewam in. Em diçin sersala zarokên xwe lê leşker tên wêneyên me tomar dike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst