Gelo cigare helal e yan heram e?

29-01-2019
RÛDAW
Piştî vê daxuyaniya Serokê Karûbarên olî nîqaşên li ser cigareyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dest pê kirin
Piştî vê daxuyaniya Serokê Karûbarên olî nîqaşên li ser cigareyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dest pê kirin
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Cigare Qedexe Heram
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Serokê Karûbarên Olî yê Tirkiyeyê Alî Erbaş di daxuaynîyekî fermî de diyar kir ku dê peywîrdarên saziya wan yên ku di karûbarên hec û umreyê de cîh digirin nabe ku cigarekêş bin û herwisa lê zêdekir ku cigarkêşî li gor dîtina wî heram e û ew dê wek sazî ji vir pê de melayên ku cigare dikşînin wernegirin ji bo melatiya fermî.

 

Piştî vê daxuyaniya Serokê Karûbarên Olî nîqaşên li ser cigareyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dest pê kirin, gelo li gor fikha îslamê cigare heram e an na.


Beşek ji welatiyan derbarê vê mijarê de dibêjin cigare heram e, beşek jî dibêjin ne helal û ne jî heram e.


Welatiyê bi navê Zeydî got: " Bi ya min cigare heram e; lê heram be jî em dikşînin."


Li ser vê mijarê Rasim Eren jî got: “Bi ya min cigare ne helal e ne jî herma e; mekrûh e."


Welatiyê bi navê Remezan Şeyhanli jî dibêje li gor wî helal e.


Evdirrezaq Dûrmûş jî got: “Ez ji 5 saliya xwe  vir ve dikşînim min xesara wê nedîtiye."


Di nav zanayên olîyên Bakurê Kurdistanê de her ev babet niha bûye babetekî sereke hîn zana dibêjin ku gotara Alî Erbaş rast e û cigare divê ji aliyê otorîte û derdorên îslamî de were qedexekirin.


Serokê Weqfa Zanayên Medreseyên Olî Mele Teyîp Elçî jî got: “Gelek zana û rûsipiyên fiqha îslamê li ser vî babetê nîqaşan kirine û dîtina muctehîdên navdar li ser heramabûna wê ye; bi ya min jî cigare heram e, ji bo ku kesên cigarekêş hem zerarê didine bêrîka xwe û hem jî didine tendurustiya xwe, di zemanê berê de hîn aliman gotine ku mekrûh e jî; lê heke ev lokîlênên zanistî yên ku di roja me de hatine kirin wan deman bihatana kirin dê wan aliman jî bi gotana cigare heram e."


Hîn zanayên olî yên Bakurê Kurdistanê jî ji daxuyaniya Serokê Saziya Karûbarên Olî nerazî ne û ew pê bawerin ku nîqaşên li ser helalî û heramiya cigareyê divê neyê kirin ji ber ku heramiya cigareyê dê gelek zanayên olî tewanbar bike.


Mele Remezan Çevîk jî derbarê vê mijarê de wiha nêrîna xwe anî ziman: “Em nikarin bêjin ku cigare helal e û heram e; cigare mekrûh e; lê ev jî heye her tiştî zêde ku mirov bi xwe ve girê de dikeve nav sînorê heramiyê; bo nimûne xwarin ne heram e; lê xwarina ji hedê xwe zêdetir mekrûh e; heke me bêjin heram e dê demê emê gelek alimên îslamê bi gunehkariyê tewanbar bikin."


Li cîhanê salane 6 trilyon cigare tê kişandin û herî zêde cigarekêş li dewletê Îslamê ne,  Ji aliyeke din ve li gor rapora Rêxistina Tendurustîyê ya Cîhanê salane 7 milyon kes ji ber nesaxiyên jêderkiya cigareyê jiyana xwe ji dest didin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst