Li Tirkiyê ji ber zêdekirina bacê bihayê kelûpelan zêde bûye

12-07-2023
Ferdî Sak
Li Tirkiyê ji ber zêdekirina bacê bihayê kelûpelan zêde bûye
Li Tirkiyê ji ber zêdekirina bacê bihayê kelûpelan zêde bûye
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Bac
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ji ber zêdekirina bacê, bihayê kelûpelan zêde bûye.

Biryara zêdekirina baca nirxê lêzêdekirî (KDV) li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê  ket warê cîbîcîkirinê.

Ev bac ji hemû berhemên xorakê û pêdiviyên sereke yên jiyanê tên wergirtin.  Yek ji wan bacan ji sedî 18ê bo ji sedî 20ê û yek jî ji sedî 8ê bo ji sedî 10ê hat zêdekirin.

Bi zêdekirina bacan tabloyên li ser nirxan guherîn. Di roja yekem de welatiyên ku li Enqerê serdana market û bazaran kirin bertek nîşanî nirxan dan.

Welatiyek ji ber bihabûnan nerazîbûna xwe wiha tîne ziman “Odeya Nanpêjan dibêje bo nenekê 5 lîre têr nake. Bila nanek  bibe 10 lîre û sîmîtek jî bibe 10 lîre lê êdî di berîka me de ew budçe nîne ku em bi wan nirxan bikirin. Eger em di nîva Temmûzê  bi 33 lîreyan bacanan dixwin xwedê alîkarê herkesê be. Xwedê wijdan û dilovaniyê bide wan kesên ku me birêvedibin.”

Herî zêde jî bi rêjeya ji sedî 12 baca li ser kelûpelên paqijiyê hat zêdekirin.  Ev rewş  bandorek nerênî li welatiyên kêmdahat dike. Bi taybet beşek ji xanenişînan ku mûçeyê wan nagihe 300 dolar.

Hikumeta Tirkiyê hewil dide bi zêdekirina mûçeyan rê li ber vê rewşê bigire, lê welatî dibêjin li şûna zêdekirina mûçeyan bila avekê bi agirê li bazaran de bike.

Welatiyekî din jî dibêje Li şûna zêdekirina mûçe, bila giranî bê rawestandin û wiha dibêje “Bila mûçeyê me neyê zêdekirin. Bila vê bihabûna li bazaran rawestînin. Ez naxwazim mûçeyê min zêde bikin. Jixwe mûçeyê me zêde nakin. Kesên 7 hezar 500 lîreyan werdigirin mûçeyê wan nayê zêdekirin. Ne bila mûçeyan zêde bikin ne jî bila nirxan ewqas biha bikin.”

Berî zêdekirina bacê sepetek ku li marketê  bi 500 lîreyan tije dibû êdî bi nirxên nû  bi 555 lîreyan tije dibe.

Sedema sereke ya vê rewşa aborî  daketina nirxê  lîreyê Tirkî ye   ku piştî hilbijartiinan li hember dolar derdora ji sedî 30 nirxê xwe ji dest daye. Ev jî yekser dibe bac û bihabûn  û li bazaran  bi ser nirxan de dibare.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst