Di Hezîranê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 159 karkeran canê xwe ji dest dane

10-07-2023
Ferdî Sak
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Mirina Karkeran ÎSÎG
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Ewlehiya Kar û Tendirûstîya Karkeran (ÎSÎG) ragihand ku di Hezîrana îsal de li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê herî kêm 159 karkeran di dema kar de canê xwe ji dest dane.

Encûmena Ewlehiya Kar û Tendirûstîya Karkeran (ÎSÎG) roja Dûşemê 10ê Tîrmeha 2023yan rapora xwe ya meha Hezîranê ya  bi navê “Kuştinên Kar” belav kir.

Li gor wê raporê li seranserê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê di Hezîrana îsal de herî kêm 159 karkeran di dema kar de canê xwe ji dest dane.

Li gor raporê ji 159 karkerên ku di meha Hezîranê de canê xwe ji dest dane 43 ji wan di qezayên trafîkê yên servîsên kar de, 24 ji wan ji ber hilweşîna kargehan, 19 ji wan ji ber krîza dil û xwînberbûna mêşk, 18 karkeran ji ber ketina ji cihên bilind, 12 karkeran ji ber lêdana elektirîkê, 10 karkeran ji ber tûndûtîjiyê, 8 karkeran ji ber sotin û teqînan, 4 karkeran ji ber ketina tiştekî bi ser wan de, 3 karkeran ji ber xwekuştinê û 18 karkerên din jî ji ber bijehrîketin, xeniqîn û sedemên din ên cûda canê xwe ji dest dane.

Li gor Encûmena Ewlehiya Kar û Tendirûstîya Karkeran (ÎSÎG) di Çileya îsal de  jî 120, Sibatê de  213, Adarê de 130, Nîsanê de 122 û di Gulanê de jî 145 karkeran canê xwe ji dest dane. Wate di 6 mehên destpêka sala 2023an de herî kêm 889 karkeran di dema kar de canê xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst