Serok Barzanî dilgiraniya xwe li ser paşeroja gelê Kurd li Sûriye gihand Bogdanov

29-01-2020
Nîşan Kurdistan Nêçîrvan Barzanî Rûsya Mîxaîl Bogdanov
A+ A-

Serok Barzanî li ser dilgiraniya xwe li ser paşaroja gelê Kurd li Sûriye gihand Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê bo Rojhilata Navîn.

Serok Mesûd Barzanî îro li Selaheddînê pêşwazî li Nûnerê Serokê Rûsyayê bo Rojhilata Navîn û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Mîxaîl Bogdanov kir.

Di hevdîtinê de Mîxaîl Bogdanov silavên Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn û Wezîrê Derveyê Rûsyayê, gihandin Serok Barzanî û “ji bilî tekezkirina li ser peywendiya dîrokî ya gelê Rûsya û gelê Kurdistanê û rola malbata Barzanî ya di wan peywendiyan de, Serok Barzanî jî wekî dostekî mezin ê gelê Rûsya wesif kir.”

Nûnerê Serokê Rûsyayê bo Rojhilata Navîn û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê pêzanînên xwe jî ji bo aramî û pêgeha Herêma Kurdistanê ya li Rojhilata Navîn anîn ziman û daxwaza welatê xwe ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera her du aliyan de nîşan da.

Serok Barzanî jî di wê civînê de spasiya Putîn û Wezîrê Derveyê Rûsyayê kir û her wiha spasî helwesta hikûmet û kompanyayên Rûsya kir ku di rojên dijwar û teng de li beramber Herêma Kurdistanê helwestên erênî û bilind nîşan dane.

Herwiha Serok Barzanî balkişand ser peywendî û dostayetiya kevin ya di navbera her du gelên Kurdistan û Rûsyayê de û bi pêwîst jî zanî ku wan peywendiyan kûrtir û berfireh bikin.

Li gor dauxyaniya hatiye belavkirin, di beşeke din a hevdîtinê de Serok Barzanî dilgiraniya xwe li ser paşaroja gelê Kurd li Sûriye bi Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê gihand û dîtin û pêşniyarên xwe yên ji bo çareserkirina kêşeya gelê Kurd li Sûriye xisterû.

Herwiha her di wê civînê de, gotûbêj li ser rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên li navçeyê û gefa hizra tundî û terorê û metirsiyên bihêzbûna DAIŞê hatin kirin.

Di civînê de Maksîm Maksîmov, Balyozê Rûsyayê li Iraq û Oleg Levîn, Konsolê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê û hejmarek ji dîplomatkar û berpirsên kompanya Gazproma Rûsyayê amade bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst