Mesrûr Barzanî û Bogdanov pêşxistina peywendiyên Kurdistan û Rûsyayê gotûbêj kirin

29-01-2020
Nîşan Kurdistan Nêçîrvan Barzanî Rûsya Mîxaîl Bogdanov
A+ A-

Piştî civîna li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Nûnerê Serokê Rûsyayê bo Rojhilata Navîn û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Mîxaîl Bogdanov bi Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî re jî hevdîtin pêk anî.

Derbarê wê hevdîtinê de Hikmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku di civînê de bûyer û pêşhatên li Iraq û navçeyê û herwiha pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Rûsyayê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha hatiye gotin ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, silavên Vladimir Putin, Serokê Rûsyayê û herwiha silavên Serokwezîrê Rûsyayê gihindan Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û vexwendnameya fermî jî pêşkêş kir bo beşdarbûna li Foruma Navdewletî ya Aborî ya Saint Petersburgê.

Herwiha di civînê de herdu alî hevnêrîn bûne li ser girîngiya aramkirina rewşa Iraq û Sûriyê û hemahengiya bo rûbirûbûna gef û metirsiya DAIŞ, teror û rola girîng a Herêma Kurdistanê di seqamgiriya navçeyê de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst