Jinên mexdûrên erdhejê dixwazin bi kar êşên xwe ji bîr bikin

29-03-2023
RÛDAW
Jinên Mexdûrên erdhejê li navçeya Nûrdaxî ya Dîlokê ji bo jibîrkirina êşên xwe, herwiha peydakirina debera jiyana xwe, kar dikin. Wêne: AA
Jinên Mexdûrên erdhejê li navçeya Nûrdaxî ya Dîlokê ji bo jibîrkirina êşên xwe, herwiha peydakirina debera jiyana xwe, kar dikin. Wêne: AA
Nîşan Dîlok Erdhej Jin Mexdûrên Erdhejê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Nûrdaxê ya ser bi parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê ve 25 jinên ku berî erdheja 6ê Sibatê li Navenda Perwerdeya Gel kar dikirin, niha di bin vê çadirê de karê xwe berdewam dikin.

Her çiqas ew heta niha jî di şoka erdhejê de ne lê bi vî karî dixwazin wan êşên xwe ji bîr bikin.

Hatîce Oguz ku Hosta ye dibêje: “Avahiya karê me di erdhejê de zerar dîtiye. Em niha ligel hostayên xwe yên dirûnê dibin vê çadirê de kar dikin. Ji ber kesên li vir kar dikin jî hemû mexdûrên erdhejê ne, hem ji bo pêdiviyên xwe û herwiha li kêleka me bajarên konteyniran hene û ji bo cîbicîkirina pêdiviyên wan jî em kar dikin.”

Ev jin wek pêwîstiyên bingehîn ên mexdûrên erdhejê, yên ku di konteyner û çadiran de dijîn, cil, rûyê doşek û balîfan û perdeyan çêdikin. Wek ew dibêjin li vê navendê ne tenê kar dikin bi vî karî birînên hevdû jî dipêçin.

Nufa Sabir jî li kargehê Hosta ye, ew jî dibêje: “Mala min di erhejê de herifî, dikana min hebû, ew jî dibin kavilan de ma û me nikarî em tiştekî derxînin. Lê ez û hevjînê xwe rizgar bûn û me destê xwe daye hev û wek em nû bên dinyayê me ji nû ve dest bi jiyanê kir.”

Çend kesên ku berê di vê navendê de kar dikirin û rêveberê vê navendê jî di nav de gelek xizim û kesûkarên wan jinan di erdheja 6ê sibatê de canê xwe ji dest dane.

Ew dibêjin, wan dilê xwe kiriye yek û êdî ji bo navçeyên erdhejê cihê gotinê nemaye û divê dest bi tevgerê bê kirin.

Şagirtê kargehê Ayşe Çetin jî dibêje: “Em neçar in kar bikin, pêdiviyên her kesî hene, divê em ji cihekî destpê bikin. Em jî bi vî karî dixwazin kêmasiyên hene nehêlin.”

Li gor amarên fermî di erdheja Mereşê de 50 hezar û 96 kesan canên xwe ji dest dane û 107 hezar û 204 kes jî birîndar bûne. Bi deh hezaran kes jî bê mal mane, di çadir û konteyneran de dijîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst