Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî ragihand, ji dema ku şer dest pê kiriye ve, "5 caran êrişî baregeha me hatiye kirin lê me dengê xwe nekir da ku di nav xelkê de dilgiranî û hêrs çênebe."
Serok Mesûd Barzanî li ser êrişên berdewam ên komên çekdar ên nêzîkî Îranê yên li Herêma Kurdistanê peyamek belav kir.
Serok Barzanî diyar kir, ji destpêka şerê li Îranê ve 450 caran bi dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê û Hêza Pêşmergeyan hatiye kirin.
Di nav wan êrişan de 5 caran Baregeha Barzanî hatiye armanckirin.
Her wiha doh jî li Dihokê bi dronan êrişî mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hatiye kirin.
Serok Barzanî li ser van êrişên berdewam got, “Ev yek bi şermezarkirin û telefonan çareser nabe.”
Serok Barzanî di peyama xwe de tekez kir ku Herêma Kurdistanê ti carî nebûye beşek ji pirsgirêk, alozî û şerên li herêmê û da zanîn:
“Lê mixabin komek kes hene, bêyî ku kes rê li ber wan bigire, bala wan a sereke ew e ku dê çawa û bi çi rêyê dijberiya Herêma Kurdistanê bikin.”
Banga li rayedarên Îraqê
Serok Barzanî peyameke zelal da rayedarên Îraqê û êrişên li Herêma Kurdistanê wekî “şerfiroşiyeke eşkere û zilmeke mezin” bi nav kir û wiha axivî:
“Ev yek bi şermezarkirin, telefon, peyam û komîteyan çareser nabe.
Divê rayedarên Îraqê helwesta xwe diyar bikin.
Yan divê eşkere bikin ku ne di şiyana wan de ye rê li ber wan komên derveyî qanûnê bigirin yan jî divê cidî bikevin dewrê, dewletê biparêzin û tedbîrên cidî wergirin.”
Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de dilniyayî da xelkê û ev yek ducare kir:
“Gelê Kurdistanê bi îradeyeke ji pola, peyama xwe ya aştiyane û doza xwe ya rewa diparêze.
Ti gef, êriş û dijminan nekariye û nikare wê îradeyê bişikîne.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse