Rûsyayê li ser êrişên li Herêma Kurdistanê daxuyanî da

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Rûsya Herêma Kurdistanê Êriş Şermezarkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konsulxaneya Giştî ya Rûsyayê ya Hewlêrê "dilgiraniya xwe ya kûr" a li ser êrişên berdewam ên mûşek û dronan ên li axa Herêma Kurdistanê anî ziman.

Rûsyayê bal kişand ser wê yekê ku ev êriş bûne sedema şehîdketina hejmarek Pêşmergeyan û lêdana binesaziya sivîl ku mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di nav de ye.

Konsulxaneya Rûsyayê ya Hewlêrê ragihand:

"Em her kiryareke ku bibe sedema zêdebûna alozî û nearamiyê li Îraqê bi tundî şermezar dikin."

Konsulxaneya Rûsyayê bangî hemû aliyan kir ku îradeya xwe biparêzin û nakokiyan tenê bi rêyên siyasî û dîplomatîk çareser bikin.

Her wiha sersaxî ji malbatên qurbaniyên êrişên li Herêma Kurdistanê re xwest û hêviya xwe anî ziman ku rewşa herêmê di demeke nêzîk de asayî bibe.

Doh çend êrişên bi dronan li Dihokê hatin kirin.

Yek ji wan êrişan li mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li wî bajarî bû.

Ev êriş bû sedema karvedanên tund ên li ser asta Herêma Kurdistanê, Îraq, welatên cîran û cîhanê.

Şermezarkirinên navneteweyî

Karvedanên li dijî vê êrişê her ku diçe berfirehtir dibin.

Ji bilî berpirsên pilebilind ên Îraq û Herêma Kurdistanê, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî ev êriş bi tundî şermezar kir û got ku "nayê qebûlkirin."

Her wiha Amerîka, Îran û Tirkiyeyê jî li ser asta bilind êriş şermezar kir.

Serokê Îmaratê Mihemed Bin Zayid jî bi rêya telefonê bi Nêçîrvan Barzanî re axivî û êriş bi tundî şermezar kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst