KCKyê êrişa li mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Êriş Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Pêwendiyên Derve ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi daxuyaniyekê êrişa bi dronan a li mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê şermezar kir.

Koma Civakên Kurdistanê (KCK) diyar kir ku divê aliyên têkildar ji bo rawestandina van êrişan bi erk û berpirsyariya xwe rabin.

KCKyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rewşa herêmê û anî ziman ku Rojhilata Navîn bûye navenda şerê cîhanê yê 3yan.

Hêzên navneteweyî û herêmî ji bo parastin û bipêşxistina berjewendiyên xwe her cihî vediguherînin qada şer.

KCKyê diyar kir ku tevî ku gelê Kurd nebûye beşek ji vî şerî jî siyaseteke herêmî û navneteweyî heye da ku Kurdistan bibe yek ji navendên vî şerî.

Li gorî daxuyaniyê, ji destpêka şer ve hemû parçeyên Kurdistanê bûne armanca êrişan.

Êrişên li Başûrê Kurdistanê

KCKyê bal kişand ser êrişên li Başûrê Kurdistanê û wiha got:

"Bi taybetî Başûrê Kurdistanê bûye armanca êrişên dron û mûşekan.

Di vê çarçoveyê de êrişî Hêza Pêşmergeyan, saziyên aborî û fermî û herî dawî jî mala Serokê Herêma Kurdistanê hat kirin."

KCKyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ev bang kir:

"Em wekî Tevgera Azadîxwaz a Kurdistanê van êrişan şermezar dikin.

Em dixwazin ku hemû aliyên têkildar ji bo rawestandina van êrişan erk û berpirsyariyên xwe yên siyasî û exlaqî bi cih bînin."

KCKyê her wiha sersaxî ji malbat û xizmên qurbaniyên êrişan re xwest û ji bo birîndaran jî hêviya başbûnê xwest.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst