Baba Şêx: Êrişa li mala Nêçîrvan Barzanî destdirêjiya li silametiya gelê Kurdistanê ye

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Baba Şêx Kurdên Êzidî Nêçîrvan Barzanî Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baba Şêxê Kurdên Êzidî Şêx Elî Şêx Îlyas, êrişa li mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi tundî şermezar kir.

Baba Şêxê Kurdên Êzidî Şêx Elî Şêx Îlyas ev kiryar wekî "karekî metirsîdar" pênase kir ku ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê dike armanc.

Her wiha diyar kir ku ev yek ji bo aştiya civakî ya li hemû herêmê gefek e.

Baba Şêx tekez kir ku ev êriş ne tenê li dijî kesayetiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye.

Wî anî ziman ku ev kiryar destdirêjiya li ewlehî û silametiya hemû takekesên gelê Kurdistanê ye.

Şêx Elî Şêx Elyas eşkere kir ku “Cenabê Serok Nêçîrvan Barzanî bi helwestên xwe yên aştiyane tê naskirin” û bal kişand ser hewlên Serokê Herêma Kurdistanê yên ji bo xurtkirina têgihiştinê.

Baba Şêx da zanîn ku Nêçîrvan Barzanî di navbera aliyên cuda yên Îraqî û herêmî de wekî "pireke pêwendiyê" roleke diyar lîstiye.

Hewleke bêhêvî ji bo çandina fîtneyê

Baba Şêx diyar kir ku ev cure kar hewlên bêhêvî ne ji bo çandina fîtneyê û gurtirkirina nakokiyan û destnîşan kir ku ev kiryar wê aramiya ku Herêma Kurdistanê tê de dijî, dikin armanc.

Baba Şêx bi tundî hemû ew karên ku ewlehiya giştî yan jî bihevrejiyanê têk didin red kirin.

Baba Şêxê Êzidiyan di dawiya daxuyaniya xwe de dua kir ku Xwedê gelê Kurdistan û Îraqê biparêze û her wiha xwest ku nîmeta aramî û aştiyê bidomîne û Nêçîrvan Barzanî ji hemû bela û nexweşiyan parastî be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst