Hewlêr (Rûdaw) - Şahê Urdinê di nameyekê de ji bo şehîdketina 6 Pêşmergeyên li Soranê sersaxî da Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.
Şahê Urdinê Şah Ebdulahê Duyem di heman demê de êrişa li mala Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê "bi tundî" şermezar kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyek ji Şahê Urdinê Ebdulahê Duyem wergirt.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Şahê Urdinê sersaxî da Nêçîrvan Barzanî û malbatên şehîdên êrişa mûşekî ya 24ê vê mehê ya li Soranê.
Şah Ebdulahê Duyem ji bo birîndaran jî daxwaza xêrê û şifayê kir.
Şahê Urdinê her wiha êrişa bi dronan a duh a li mala Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê bi tundî şermezar kir.
Ebdulahê Duyem tekez kir ku Urdin piştgiriyê dide aramî û asayîşa Îraq û Herêma Kurdistanê.
Bertekên cîhanî yên li dijî êrişa Dihokê
Berê sibehê roja şemiyê 28ê Adarê, çend êrişên dronî li Dihokê çêbûn û yek ji wan li mala Nêçîrvan Barzanî ket.
Ev êriş bû sedema nerazîbûneke mezin li seranserê cîhanê.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, Amerîka, Îran, Tirkiye û Qeterê di asta herî bilind de êriş şermezar kirin.
Her wiha Serokê Îmaratê Mihemed Bin Zayed û Sekreterê Giştî yê Komkara Ereban Ehmed Ebûl Xeyt jî bi telefonê bi Nêçîrvan Barzanî re axivîn û wan piştgiriya xwe diyar kir.
Nêçîrvan Barzanî: Divê Bexda bi cidî li ser vê mijarê bifikire
Nêçîrvan Barzanî roja şemiyê di bultena Rûdawê de ragihand ku ev êriş pêşhateke metirsîdar e ji bo hemû Îraqê.
Serokê Herêma Kurdistanê got, "Pêwîst e, hikûmeta federal a Îraqê bi gelekî cidî li ser vê mijarê bifikire li ser wan kesên ku li derveyî qanûnê êrişî saziyên dewletê dikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse