Sûriye: Êrişa li mala Nêçîrvan Barzanî karekî terorîstî ye

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sûriye Herêma Kurdistanê Îsraîl Amerîka Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê "bi awayekî herî tund" êrişa li mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şermezar kir.

Wezaretê ev êriş wekî kiryareke "terorîstî" ya komên derveyî qanûnê pênase kir.

Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê li ser êrişa li mala Serokê Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke fermî belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

"Wezareta Karên Derve ya Komara Ereban a Sûriyeyê bi awayekî herî tund ew êrişên terorîstî şermezar dike ku li cihê mayîna birêz Nêçîrvan Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Îraqê hatine kirin."

Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê destnîşan kir ku ev êriş ji aliyê komên derveyî qanûnê ve hatine kirin.

Wezaretê ev karê "dijminane û neyasayî" wekî gefeke li ser ewlehî û aramiya Îraqê û herêmê bi nav kir û diyar kir ku ev yek li dijî prensîbên hiqûqa navneteweyî ye.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin:

"Komara Ereban a Sûriyeyê tekeziyê li ser helwesta xwe ya neguher a piştgiriya aramiya Îraqê û yekparçeyiya axa wê dike.

Sûriye her wiha hemû cureyên destwerdanên çekdarî yên di karên navxwe de red dike."

Roja şemiyê li Dihokê bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hatibû kirin.

Vê êrişê di asta navxwe, herêmî û navneteweyî de karvedanên mezin li pey xwe anîn û hat şermezarkirin.

Îranê ragihand ku ti pêwendiya wan bi vê êrişê re nîne û Amerîka û Îsraîl tohmetbar kirin.

Serokwezîrê Îraqê jî li ser bûyerê soz da ku dê lêkolîneke cidî were kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst