Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî zanyariyên Rûdawê, ji destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê (28ê Sibatê) heta îro, Herêma Kurdistanê bi giştî bi 496 dron û mûşekan hatiye bombebarankirin.
Di encama van êrişan de 88 kes birîndar bûne û 14 kesan jê canê xwe ji dest daye.
Dabeşbûna êrişan li gorî parêzgehan
Li gorî amaran, herî zêde parêzgeha Hewlêrê bûye armanc:
Hewlêr û derdora wê: Zêdetirî 380 dron û mûşek.
Silêmanî: Zêdetirî 90 dron û mûşek.
Dihok: 15 dron.
Helebce: 2 dron.
Her çi qas dawiya heftiya borî hejmara êrişan kêm bûbû jî, di nava 24 saetên borî de êriş ducare zêde bûn.
Di vî maweyê kurt de 36 dron û mûşek arasteyî herêmê hatin kirin. Di encama van êrişên dawî de li Hewlêrê polîsek û du xwendekar birîndar bûn.
Êrişên dawî yên 24 saetên borî
Hewlêr:
Saet 03:00ê berê sibehê, du dron li esmanê bajêr hatin pûçkirin.
Êrişî sînorê Koye, Quştepe û nêzîkî Çiyayê Korekê hate kirin.
Li devera Topzawaya Hewlêrê, bi du dronan êrişî baregeha Sazmana Xebat a Kurdistana Îranê hate kirin.
Li sînorê Soranê û li ser rêya Hamiltonê (li Balekayetî) dron ketin xwarê.
Dihok:
8 dron li parêzgehê hatin xistin.
Li navçeya Akrê û devera Bicîlê hatin xistin.
Şemiyê saet 11:00an, êrişî bajarê Dihokê û mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hate kirin. Ev êriş li asta navxwe û cîhanê rastî nerazîbûneke tund hat.
Silêmanî:
Saet 01:00ê berê sibehê, dengê du dronan li asmanê bajêr hate bihîstin û yek ji wan teqiya.
Amarên qurbaniyan
Ji 28ê Sibatê ve 14 kesan canê xwe ji dest daye:
6 Pêşmergeyên Fermandariya Herêma Yekê (li Xelîfanê).
Karmendekî Asayîşa Hewlêr (li Balafirgeha Hewlêrê).
6 Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê (li Hewlêr, Silêmanî û Başîkê).
Fermandarekî Fransayî (li Hewlêrê).
Ji 88 birîndaran 15 kes sivîl in. Di nav birîndarên dawî de du xwendekarên ji navçeya Xebatê û polîsek hene.
Berê jî xebatkarên kargoyê, penaberên li kampan û karmendên parastina şaristaniyê birîndar bûbûn.
Deverên ku hatine armanckirin
Hewlêr: Xebat, Rizgarî, Spîlk, Mela Qere, Dream City, Kesnezan, Pîrzîn, Gêzne, Behirke, Enkawa, Xelîfan, firokexane, Dêgele û Soran.
Silêmanî: Mêrgepan, Qalawe, Taxa Beranan, Şeqama 60 Metrî, Zirgwêz, Zirgwêzele, Sûrdash, Kifrî, Taslûce û Çiyayê Zimnako.
Dihok û Helebce: Kêlgeha Sersingê, Akrê, Bicîl, Berdereş, Taxa Maltayê û Çiyayê Şinrûyê.
Êrişên li ser Herêma Kurdistanê ji roja yekem a şerê Îranê (28ê Sibatê) ve didomin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse