Pervîn Buldanê êrişa li mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kir

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Êriş Nêçîrvan Barzanî Pervîn Buldan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera DEM Partiyê û endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldanê êrişa li mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şermezar kir.

Pervîn Buldanê li ser hesabê xwe yê platforma Xê daxuyaniyek parve kir û got:

"Ez êrişên ku îro ji aliyê hêzên Îranê ve li Dihok û Hewlêrê hatin kirin û bombebarankirina mala Birêz Nêçîrvan Barzanî bi tundî şermezar dikim.

Ji birêvebiriya Herêma Kurdistanê û gelê Kurd re derbasî be."

Çi qewimîbû?

Doh mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê ji aliyê komên çekdar ên derveyî qanûnê ve bi dronan hat armanckirin.

Di êrişê de ti zererên canî çênebûn.

Vê êrişê li Hewlêr û Bexdayê û di asta navneteweyî de karvedanên mezin li pey xwe anîn.

Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi daxuyaniyên xwe bertekeke pir tund nîşanî êrişê dabû.

Aliyê Îranê jî îdia kir ku pêwendiya wan bi vê êrişê re nîne û Amerîka û Îsraîl ji vê bûyerê berpirsiyar dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst