Amed (Rûdaw) – Li bajarê Amedê navendeke perwerdehiyê ji bo zarokên Otîstîk an go xwedan pêwîstiyên taybet hatiye vekirin. Perwerdekarê bi navê Mîrhat Tekîn, li vê navendê bi rêbazeke taybet zarokên xwedan pêwîstiyên haybet perwerde dike û heta niha gelek zarok bi vî rêbazî fêrî axaftin, pêwendî û lîstikên hevalbendiyê xwe bûne.
Li gor raporeke zanîstî ya Weqfa Otîzmê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi tevahî 352 hezar zarokên nesaxê Otîzmê hene; lê tenê 21 hezarê wan tên perwerdekirin.
Mîrhat Tekîn û hevalên xwe li ber derê mekteba xwe li ser rewşa zarokên otîstîk û bi kêmasî dişêwirin. Ew tîmeke perwerdekarên profesyonel in û bi rêbazeke taybet zarokên ku ji hevalbendê xwe kêm mane tedawî dikin.
Mîrhat Tekîn bal dikşîne ser rewşa zarokên bikêmasî û dibêje, perwerdeya rast dikare her zarokên şûndamayî bigihîjîne hevalbendê wan.
Perwerdekarê Pedagojiyê Mîrhat Tekîn dibêje; “Ev Modela Mîrhat Tekîn modeleke sazî ye. Di nav vê rêbazê de dersên axaftin, hişmendî psîkomotor û têkiliyên civakî hene. Ev model medeleke nû û her wisa yekemîn e, hem li Bakurê Kurdistanê û hem jî li Tirkiyeyê. Berê zarokên bi vê rengê nesaxbûn di civakê de wek "dîn" dihatana dîtin û perwerde nebû, lê îro bi vê perwerdehiyê em van zarokan tevlî nav civatê dikin.”
Hemwelatiyê bi navê Bekîr Eren, neviyê xwe yê bi navê Yusif li vê derê perwerde dike. Ew dibêje, Yusûf bi vê rêbaza perwerdehiyê weke, ku ji nû ve ji dayîk bibe:
“Bala min dikşîne ku hêdî hêdî zimanê neviyê min vedibe, Ez neviyê xwe nadim bi temamê malê dinê, çawa ez dibînim ku ew diaxife gelek bextewar dibim.”
Li vê navendê perwerde ji aliyê mamosteyên pispor ve, ne tenê ji bo zarokan tê dayîn. Li gor rêbaza zanistî malbat jî têne perwerde kirin an go malbat jî bi zarokên xwe ve li vê derê hazir in. Piştî perwerdehiya bingehîn perwerdekar bi aweyek êdî malbat bi xwe ne.
Hemwelatî Erdem Kiran diyar dike; “Berî ku min kurê xwe nehanîbû vê derê, wî tiştek fêhm nedikir; nan çiye av çiye derî veke, derî bigire... Nedizaniya û tênedigihîşt, me wî hanî vê navendê û perwerde kir. Niha gelek pêşda çûye, ji gotinan hevokan, şîretan wate derdixe.”
Gelek malbat ji bo ku kêmasiya tigihêştin, axaftin û tevgerên zarokên xwe kamil bikin ji bajarên din yên Bakur hatine vê navendê. Ew dibêjin bila zarokên me baş bin, ji bo me herî tişta girîng ew e.
Hemwelatî Zelîha Gumuş dibêje; “Ez û keça xwe ji bajaroka Dep a Xarpêtê ji bo perwerdehiyê hatinê bajarê Amedê. Hevjînê min û zarokên min hemû li Xarpêtê ne; pêşveçûna têkiliyên keça min her diçe baştir dibe; ji bo wê jî zehmetiya ku em dikşînin qet ne xema me ye.”
Li Tirkiyeyê ji 352 hezar zarokên Otîzmî, tenê 21 hezarê wê perwerde dibîne. Li gor pisporên pedagojiyê, otîzm nesaxiyeke ku çareseriya wê hêsan e, ji du zarokan yek bi perwerdehiyê baş dibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse