Amed spî bû: Şaredarî di seferberiyê de ne, welatî keyfxweş in

2 demjimêr berê
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Amed /Wêne: Rûdaw
Amed /Wêne: Rûdaw
Nîşan Amed Barîna Berfê Şaredarî Perwerde Betlane
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ji ber barîna berfa zêde jiyan rawestiya.

Rêyên bi dehan gundan hatin girtin û li tevahiya parêzgehê betlaneya perwerdeyê hat ragihandin.

Li Amedê ji 29ê Kanûna Pêşîn ve berfeke dijwar dibare.

Ji ber bandora neyînî ya hewayê rêyên bi dehan gundan hatin girtin.

Birêvebiriya Perwerdeyê ya Amedê ragihand ku li navenda bajêr û 17 navçeyên wê perwerde hatiye rawestandin û betlane ye.

Li navenda bajêr jî jiyan hema bêje rawestiya û piraniya dikandaran dikanên xwe venekirin.

“Heta berf bibare em dê bixebitin”

Ji bo ku berf bandoreke xirab li xelkê neke şaredariyan dest bi seferberiyê kir.

Di serî de Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, hemû şaredariyan bi 850 xebatkaran dest bi paqijkirin, xwêkirin û vekirina rêyan kir.

Alîkarê Hevşaredarên Sûrê Nîhat Çîftçî diyar kir ku tîmên wan li qadê ne û got:

“Hevalên me giş li qadê ne; kolanan paqij dikin, cadeyan paqij dikin.

Heta niha tu kes nesekinîne. Giş dixebitin. Heta berf bibare jî em ê bixebitin.”

“Ev berf bereket e”

Bajarê Amedê ji berfê spî bûye. Her çiqas li bajêr jiyan rawestiyabe û piraniya dikanan hatibin girtin jî li gorî xelkê barîna berfê ji bo hişkesaliyê baş e.

Welatî Hacî Fetah kêfxweşiya xwe anî zimên û got, “Ev berf bereket e. Pir baş e.

Wisa ji me re baş e, ji nexweşiyan re baş e, ji hemû tiştî re jî baş e.

Eger Xwedê rehmetekê, baranekê jî di ser de bide em pir memnûn dibin.”

Welatiyekî din ê bi navê Mehmûd Tekdemîr jî got, “Berf baş e.

Berfa ku dibare rind e. Ji gundiyan re rind e, ji heywanan re rind e, ji însanan re rind e. Berf baş e.”

“Berf paqijî ye”

Welatî Mihemed Fatîh jî bal kişand ser paqijiyê û got, “Berf xweş e, berf paqijî ye. Berf ji bo nexweşiyan tiştekî xweş e.”

Salih Can jî diyar kir, “Xwedê zû de nedabû vaye îsal daye. Em qîmeta wê zanibin baş e.”

Berfa dijwar ne tenê li Amedê, li bajarên Mêrdîn, Riha, Sêrt û Êlihê jî bi hemû dijwariya xwe didome.

Ev bajarên herî germ ên Bakurê Kurdistanê van rojan ji ber barîna berfê diqerisin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst