Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Westanê ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê otobûuseke veguhestina rêwiyan wergeriya û di encamê de 16 kes birîndar bûn.
Îro Şemiyê 29ê Nîsana 2023an li navçeya Westanê ya Wanê ji ber baranê rê şil bû û otobûsa rêwiyan ji rê derket û wergeriya. Di encamê de 16 kes birîndar bûn û kesên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Westanê hatin veguhestin.
Li gor zanyariyan rewşa birîndaran baş e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse