کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Jan Îlhan Kizilhan: Jenosîd bi rêya nexweşiyên derûnî derbasî nifşên nû jî dibe

Eyûb Nisrî

Eyûb Nisrî

29-04-2025
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Eyûb Reşîd Elî, peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ye li ofîsa Duhokê. Bi awayekî berdewam VTyan li ser kêşe û bûyerên parêzgeha Duhokê amade dike.
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî29-04-2025
Eyûb Reşîd Elî, peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ye li ofîsa Duhokê. Bi awayekî berdewam VTyan li ser kêşe û bûyerên parêzgeha Duhokê amade dike.

Nûçeyên Têkildar

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye
Kurdistan26-11-2026

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin

Dihok (Rûdaw) - Prof. Jan Îlhan Kizilhan da zanîn ku komkujî hema wilo derbas nabin û eger tiştên pêwîst neyên kirin bi rêya nexweşiyên derûnî derbasî nifşên nû jî dibin.

Konferansa 3yemîn a Ol, Çand, Dîrok û Erdnîgariyê ya Êzidiyan li Dihokê tê lidarxistin.

Prof. Jan Îlhan Kizilhanê ji Bakurê Kurdistanê jî beşdarî konferansê bû û bal kişand ser rewşa Kurdên Êzidî yên li Bakur û Başûrê welêt.

DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kir û komkujiyeke mezin li pey xwe hişt ku êş û birînên wê heta roja îro jî nekewiyane.

“Jenosîd derbasî nifşên nû jî dibe”

Prof. Jan Îlhan Kizilhan ji Rûdawê re diyar kir ku bandora vê komkujiyê derbas nebûye û got:

“Her kes di wê baweriyê de ye ku jenosîd sala 2014an çêbû û derbas bû lê jenosîd bi rêya nexweşiyên derûnî derbasî nifşên din jî dibe.

Eger em li wan xwedî dernekevin dê nexweşiyên derûnî li gel zarokên wan jî peyda bibin.”

Jan Îlhan Kizilhan bi bîr anî ku gelek Kurdên Êzidî berê xwe didin derveyî Kurdistanê û “Metirsî heye ku gelek Êzidî ji Başûrê Kurdistanê jî derkevin.”

Wî bangê Hewlêr û Bexdayê kir û got, “Divê Hewlêr û Bexda hewl bidin ku Êzidî vegerin Şingalê û jiyana xwe li wê derê dom bikin.”

Jan Îlhan Kizilhan bal kişand ser rewşa Kurdên Êzidî yên Bakurê Kurdistanê û diyar kir ku li ber nemanê ne.

“Li Bakurê Kurdistanê tenê 800 Ezidî mane”

Wî daxuaynd ku “Di dîrokê de navenda Êzidiyan Bakurê Kurdistanê bû” û salên 1200 û 1500î piraniya şêniyên Serhed, Amed û Êlihê Êzidî bûn û li pey çû:

“Niha li Bakurê Kurdistanê tenê 800 Ezidî mane, hemû derketine.

Êzidiyên ku li Bakurê Kurdistanê mane pîr û kal in, heta çend salan ew jî namînin.”

Jan Îlhan Kizilhan diyar kir ku li bakurê welêt tenê 3-4 gundên Êzidiyan mane û ew jî nikarin jiyana xwe li gorî vê demê bidomînin û yên derketî “yan nikarin an jî naxwazin” vegerin.

#VÎDEO - Prof. Jan Îlhan Kizilhan (@janilkiz): Di dîrokê de navenda Êzidiyan Bakurê Kurdistanê bû

📌 Konferansa 3yemîn a Ol, Çand, Dîrok û Erdnîgariyê ya Êzidiyan li Dihokê tê lidarxistin

🎙️ Prof. Jan Îlhan Kizilhan: Her kes di wê baweriyê de ye ku jenosîd sala 2014an çêbû û… pic.twitter.com/KYgD1BcOhU

— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 29, 2025

Nûçeyên Têkildar

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye
Kurdistan26-11-2026

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin

Pirsên