Barzanî ji Yekgirtûyê re peyam şand; Berî her tiştî mafê çarenivîsê!

29-05-2016
RÛDAW
Nîşan Barzanî Yekgirtû Selahedîn Behadîn Mafê çarenivîs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pîrozbayî li Sekreterê Nû yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Behadîn kir. Barzanî got, diyarkirina mafê çarenivîsê û parastina welat karê sereke yê hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê ye.

 

Piştî ku duh şemî 28ê Gulanê di yekemîn roja heftemîn kongreya Yekgirtpya Îslmaiya Kurdistanê de, Selahedîn Behadîn wek Sekreterê nû yê wê partiya îslamî hat hilbijarttin, îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyameke pîrozbayiyê jê re şand.

 

Di peyama Barzanî de hatiye: “Bi helkevtea hilbijartina wek Sekreterê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê do heftemîn kongreya partiya we de, ez pîrozbayî li we dikim. Serkevtina heftemîn kongreya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê li hemû endam, alîgirên Yekgirtû û herwiha serkirdatiya nû ya hilijartî ya Yekgirtûya Îslamî dikim.”

 

Barzanî herwiha di beşeke din a peyama xwe dibêje: “Hêvî dikim hilbijartina we û serkirdatiya nû bibe sedemê geşkirina rola Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê di xizmetkirina berjewedniyên bilind ên gelê me de.”

 

Bazanî tekezî li ser hevkarî û lihevkirina navbera aliyên siyayî yên Herêma Kurdistanê di qonaxa niha ya hesas de dike û dide xuyakirin:

 

“Qurbanîdana gelê me û cangoriya Hêza Pêşmerge tebayî û biratiyê ji me dixwaze. Di rewşa hesas a niha de ku gelê me li berdem gefên mezin û derfetên pir bi nirx de ye, ew bendewaarî li birayên Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û hemû aliyên siyasî heye, ku karê here sereke yê wan parastina welat, mafê çarenivîsê û xizmetkirina xelkê Kurdistanê be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst