Biryara Yekgirtûyê ya kabîneyê: Ji bo Herêma Kurdistanê na, ji bo Îraqê erê

11-11-2025
RÛDAW
Sekreterê Giştî yê Yekgirtûyê Selahedîn Behaedîn / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Sekreterê Giştî yê Yekgirtûyê Selahedîn Behaedîn / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Selahedîn Behaedîn Yekgirtû Hilbijartinên Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) Selahedîn Behaedîn biryara partiya xwe ya beşdarnebûna hikûmeta Herêma Kurdistanê ducare kir û îhtimala beşdarbûna kabîneya nû ya Bexdayê jî bi encaman ve girê da.

Li Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên gera şeşemîn a Parlamentoya Îraqê pêvajoya dengdanê saet 07:00an dest pê kir.

Zêdetirî 20 milyon dengder dê li zêdetirî 39 hezar sindoqan dengê xwe bidin.

Sekreterê Giştî yê Yekgirtûyê Selahedîn Behaedîn piştî ku li Silêmaniyê dengê xwe da pirsên  rojnamegeran bersivandin.

Selahedîn Behaedîn tekezî li ser wê yekê kir ku hilbijartin ji bo herêm û gelê Îraqê "çarenivîs û girîng" e û hêvî kir ku pêvajo bi aramî derbas bibe û nakokiyên heyî bi dawî bîne.

"Em tevlî kabîneya nû nabin"

Sekreterê Yekgirtûyê, helwesta partiya xwe ya derbarê beşdarbûna kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê careke din piştrast kir û got:

"Biryara me ya berê zelal e. Em dê tevlî kabîneya nû nebin. Heta niha di biryara me de ti guherîn çênebûye.

Bê guman, em alîgirê wê yekê ne ku parlamento ji nû ve dest bi kar bike."

"Beşdarbûna li Bexdayê bi encaman ve girêdayî ye"

Selahedîn Behaedîn diyar kir ku îhtimala beşdarbûna kabîneya Bexdayê hîn ne misoger e lê derî vekirî hişt.

Wî destnîşan kir ku biryara wan a li ser vê mijarê bi tevahî bi encamên hilbijartinê û hejmara kursiyên ku partiya wî bi dest bixe ve girêdayî ye û got:

"Beşdarbûna hikûmetê bi encama hilbijartinê û kursiyên ku em dê bi dest bixin ve girêdayî ye.

Lê divê ez vê yekê jî bibêjim ku nêrîneke ji bo beşdarbûnê heye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst