Hewlêr (Rûdaw) - Di hilbijartinên giştî yên ku doh li Îraq û Herêma Kurdistanê hatin kirin de, beşdariya herî zêde li herêma hilbijartinê ya Dihokê çêbû.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê li Bexdayê di civîneke çapemeniyê de encamên hilbijartinan eşkere kirin.
Li gorî daneyên komîsyonê, ji sedî 99,98ê dengan hatine hejmartin.
Li Îraq û Herêma Kurdistanê rêjeya beşdariyê ji sedî 56,11 bû, lê li Dihokê ev rêje bi ji sedî 77,47an di asta herî bilind de hat tomarkirin.
Li parêzgeha Dihokê ji 805 hezar û 269 hilbijêrên tomarkirî, 623 hezar û 852 kes çûn ser sindoqan.
Ji van 35 hezar û 130 deng wekî pûç hatin hesibandin.
Dengên partiyan
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 413,698 deng
Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû): 72,959 deng
Tevgera Helwest: 18,314 deng
Nifşê Nû: 14,671 deng
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): 2.423 deng
Li Dihokê ji bo 12 kursiyan 59 namzedan hevrikî kirin. Yek ji van kursiyan ji bo kota Xiristiyanan hatibû veqetandin.
Li gorî encamên ku hatin eşkerekirin, PDKê 9 kursî, Yekgirtûyê 2 kursî û namzedê kotayê 1 kursî bi dest xist.
Li Dihoka ku wekî keleha kevneşopî ya PDKê tê naskirin, partiyê wekî di hilbijartinên berê de, di vê hilbijartinê de jî bi ferqeke mezin bû partiya yekem.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse