RIHA - Di pevçûna malbatan de hejmara kuştiyan gihîşt 3yan

29-05-2025
RÛDAW
Nîşan Riha Bêrecûk Pevçûn Pevçûna Bi Kêran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gundê Heyderehmedê yê navçeya Bêrecûkê ya Rihayê di pevçûna 2 malbatên xizmên hev de hejmara kuştiyan gihîşt 3yan.

Li gundê Heyderehmedê yê navçeya Bêrecûkê ya Rihayê di navbera du malbatên xizmên hev de nîqaş derket.

Piştî nîqaşê endamên her du malbatan bi dar, kevir, kêr û çekan pev çûn û 11 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûkê.

Ji birîndaran Mehmet Bulut û pismamê wî Îbrahîm Bulut tevî hewldanên bijîşkan jî mirin.

Îbrahîm Bulutê ku bi giranî birîndar bûbû û tîman ew biribû Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mihemed Akîf Înan jî mir.

Bi vî awayî hejmara kesên ku di pevçûnê de hatin kuştin gihîşt 3yan.

Tedawiya 8 kesên ku di pevçûnê de birîndar bûbûn jî berdewam dike.

Hat zanîn ku pevçûn ji ber nakokiya erd û zeviyan derketiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst