Peyama Konsulê Koreyê ya ji bo Rûdawê: Hûn dê li hemberî astengiyan serkeftî bin

29-05-2025
RÛDAW
Konsulê Giştî yê Koreya Başûr ê Herêma Kurdistanê Seungcheol Lim /Wêne: Rûdaw
Konsulê Giştî yê Koreya Başûr ê Herêma Kurdistanê Seungcheol Lim /Wêne: Rûdaw
Nîşan Rûdaw Koreya Başûr Seungcheol Lim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konsulê Giştî yê Koreya Başûr ê Herêma Kurdistanê Seungcheol Lim salvegera damezrandina Rûdawê pîroz kir û got, "Hûn dê li hemberî astengiyan bi serkevin."

Îro 12emîn salvegera damezirandina Tora Medyayî ya Rûdawê ye.

Konsulê Giştî yê Koreya Başûr ê Herêma Kurdistanê Seungcheol Lim, ji bo 12emîn salvegera weşana Tora Medyayî ya Rûdawê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Konsulê Giştî yê Koreya di peyama xwe de got, "Min bihîst ku dawiya meha Gulanê 12emîn salvegera damezirandina Rûdawê ye.

Pêşî ez pir pîrozbahiyê li vê yekê dikim. Ez bi asta xebata Tora Medyayî ya Rûdawê dilxweş im."

Seungcheol Lim 12 saliya Rûdawê wekî qonaxeke nû û girîng bi nav kir û got:

"Wekî hûn jî pir baş dizanin, 12 sal temenê derçûna ji dibistana seretayî ye. Piştî 12 salan, em diçin dibistana navendî.

Dibistana navendî, wekî hûn pir baş dizanin, cureyeke ji qonaxa nûciwaniyê ye.

Nûciwanî wateya wê ye ku tu ji tiştekî pir kûr hez dikî, lê ji aliyê bedenî ve guherîn bi ser te de tên, ji aliyê hestî ve di rewşeke tevlihev de yî."

Konsulê Giştî yê Koreya pêşbînî dike ku Rûdaw "ji ber vî karê mezin û asta bilind, dibe ku bikeve hin krîzan an jî di hin rewşên serbilindî û rêzgirtinê de xwe bibîne."

 Seungcheol Lim di dawiyê de hêvî kir ku Rûdaw karibe, "van hemûyan (astengiyan) derbas bike da ku bibe dezgeheke medyayî ya gihîştî."

Lim her wiha ducare kir û got, "Wisa ez hêvîdar im û li bendê me û bi dilniyayî hûn dikarin di van waran de serkeftî bin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst