Di ser bidarvekirina Şêx Seîd û 46 rêhevalên wî re 100 sal derbas bûn

29-06-2025
RÛDAW
Nîşan Şêx Seîd 100 Sal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di ser bidarvekirina Şêx Seîdê Pîran û 46 rêhevalên wî re 100 sal derbas bûn.

Şêx Seîd 13ê Sibata 1925an li navçeya Pîranê ya parêzgeha Amedê li dijî Komara Tirkiyeyê serhildanek da destpêkirin lê serhildana wî bi ser neket û Şêx Seîd û rêhevalên wî 29ê Hezîrana 1925an ji aliyê hikûmeta wê demê ya Tirkiyeyê ve hatin bidarvekirin.

Şêx Seîd sala 1865an li navçeya Paloyê ya Xarpêtê ji dayîk bûye.

Ew li Bakurê Kurdistanê şêxekî girîng û navdar ê terîqeta Neqşbendiyan bû.

Şêx Seîd xwendina xwe ya olî li bajarê Xinisê yê parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê qedandibû.

Ew serokê Komeleya Serxwebûna Kurdistanê bû, li gel hejmarek parlamenterên Kurd û mezin û serkirdeyên Kurd ên wê demê biryar da ku li dijî Komara Tirkiyeyê û tevgera nijadperest a Kemalîstan serhildanê bike.

Armanca şoreşa wan serxwebûna Kurdistanê bû û 13ê Sibata 1925an şoreşê dest pê kir.

Serhildana Şêx Seîd di dîroka Kurdan de serhildaneke berfireh a ku li 14 bajar û navçeyan belav bû.

Di heman demê de ew yekem serhildan bû ku piraniya pêşengên wê bi hev re hatin bidarvekirin.

Piştî ku Serhildana Şêx Seîd şikest û ew û gelek rêhevalên wî hatin girtin, 10ê Gulana 1925an li Dadgeha Serxwebûnê ya Rojhilat (Şark İstiklal Mahkemesi) a Amedê hatin darizandin.

Darizandina wan nêzîkî 50 rojan berdewam kir.

28ê Hezîrana 1925an dadgehê derbarê Şêx Seîd û 46 rêhevalên wî biryara darvekirinê da.

Li du kesan jî cezayê girtîgehê hat birîn.

Piştî biryara dadgehê, 28 kes ji rêhevalên Şêx Seîd û beşdarên serhildana 1925an roja 28ê Hezîranê û yên din û Şêx Seîd bi xwe jî 29ê Hezîrana 1925an li taxa Deriyê Çiyê yê Amedê hatin bidarvekirin.

Bi tevahî 47 kes hatin darvekirin.

Ji wê rojê heta niha hîn jî nayê zanîn ka dewleta Tirkiyeyê termê Şêx Seîd û rêrêhevalên wî li kû derê veşartine û gora wan hîn jî ne diyar e.

Di serî de malbata Şêx Seîd, bi awayekî giştî Kurd û rêxistinên Kurdan ji dewleta Tirkiyeyê dixwazin ku cihê gorên Şêx Seîd û rêrêhevalên wî were eşkerekirin.

Herî dawî meha Hezîrana 2023yan 5emîn Dadgeha Îdarî ya Enqereyê li ser serlêdana malbata Şêx Seîd û Baroya Amedê daxwaza eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd û rêrêhevalên wî, bi hinceta ku di destê Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê de ti zanyarî nînin red kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst