Dêrsim (Rûdaw) - Nifûsa bajarê Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê her ku diçe pîr û kal dibe.
Li kuçe û kolanên bajêr eger festîval û xelkên ku têne bêhvedanê jî nebin, hema hema qet ciwan li ber çavên mirov nakevin.
Dema mirov li nava Dêrsimê digere, mirov dibêje qey hatiye bajarê pîr û kalan.
Gelo Dêrsim çima ji ciwanan xalî dibe? Ciwanên Dêrsimê li kû derê ne? Çima ciwan xwe li Dêrsimê nagirin?
Bersivên van pirsan gelek in lê ya herî girîng li Dêrsimê nebûna derfetên kar e.
“Pêdivî bi rêyên çareseriyê heye”
Hevseroka Şaredariya Dêrsimê Bîrsen Orhana ku ji kar hatiye dûrxistin got:
“Helbet li Dêrsimê koçberî ne meseleya îro ye, meseleya doh e.
Ji berê ve heta niha li ser Dêrsimê ev politikaya koçê hatiye meşandin.
Tabloya îro jî nîşaneya wê ye. Pêdivî bi rêyên çareseriyê heye. Ez ji vir bangî karsazên Dêrsimî yên li Diasporayê dikim, bila razemeniya xwe li vir bikin.
Bila ji bo ciwanan derfetên kar ava bikin. Qet nebe em bi vî awayî karibin metirsiyên ciwanan ên aboriyê çareser bikin.”
Li Dêrsimê hema hema ti malbat nîne ku kesek ji wan bar nekiribine welatekî Ewropayê.
Dêrsimê piştî salên 90î koçberiyeke zêde da derve.
Gelek Dêrsimiyan bar kiriye bajarên cuda yên Tirkiyeyê û hinek jî li çar aliyên cîhanê belav bûn.
“Divê ji ciwanan re kar bibînin”
Pîrê Elewiyan Welî Yildiz jî got, “Hemû çûn welatên xerîbiyê, çûn welatên biyanî. Çare ev e, divê ji ciwanan re kar bibînin.
Ew karsazên ku rewşa wan baş e divê rêyên kar peyda bikin. Divê ciwan xwedî kar bin, xwedî mal bin ku ji vir neçin.”
Li Dêrsimê ciwan herî zêde mehên havînê li ber çavan dikevin.
Nexasim jî dema hatina geştyarên navxweyî û festîvalan.
Nivîsakar Pîr Riza got, “Li vî welatî ciwan nemane. Ez li bajar digerim hemû kal in. Wekî min in yanî.
Di festîvalan de tên. Ji derve tên. Du roj, sê rojan dimînin û careke din vedigerin.”
“Em dixwazin ciwan vegerin welatê xwe”
Nişteciha Qersê Zeynep Bakanê jî got, “Ez bi xwe ji Qersê me. Milet giş dikişe rojava. Diçin derve.
Li vir nasekinin. Kar tune ye. Em dixwazin ciwan vegerin welatê xwe.
Yên tê de ne jî berê xwe nedin derve. Çi dikin bikin li welatê xwe kar bikin hîm jî baştir dibe.”
Kesekî bi navê Hesen jî got, “Çare aştî ye, hizûr e, rihetî ye.”
Dêrsim di nava bajarên Kurdan de xwedî cihekî taybet e.
Ji ber ku li Dêrsimê du zaravayên sereke yên Kurdî Kurmancî û Kirmanckî tê axaftin. Baweriya Kurdên Dêrsimê jî Qizilbaşî (Elewîtî) ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse