Fraksyona Birayetî: Di dewleta Kurdistanê de mafên pêkhateyan dê parastî bin

29-08-2017
Rûdaw
Kerkûkê îro biryar da, ku tevli referanduma Kurdistanê bibe.
Kerkûkê îro biryar da, ku tevli referanduma Kurdistanê bibe.
Nîşan Kerkûk Kurdistan Referandum Giştpirsî Serxwebûn Encumena Parêzgeha Kerkûkê Ehmed Eskerî
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) – Serokê Fraksyona Birayetî di Encumena Parêzgeha Kerkûkê de, Ehmed Eskerî ragihand, xelkê Kerkûkê beşek in ji Kurdistanê û wan e ku tevli referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê bibin. Ehmed Eskerî herwiha got: “Em pêkhateyên din jî ku bi me re dijîn, piştrast dikin ku di dewleta Kurdistanê ya bihê de mafên wan dê parastî bin.”

 

Îro sêşembiyê 29ê Tebaxa 2017ê Encumena Parêzgeha Kerkûkê ji bo diyarkirina helwesta xwe li ser tevlibûn an tevlinebûna di referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê de civiya.

 

Di civînê de endamên Kurd, Tirkmen, Eeb û Krîstiyan ên Fraksyona Birayetî amade bûn, lê endamên her du fraksyonên erebî û tirkmenî civîna îro baykot kirin.

 

Herwiha di civîna îro ya encumena parêzgehê de, Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm jî beşdar bû.

 

Piştî gotûbêj û nirxandina ji bo biryara referandumê ya Herêma Kurdistanê û herwiha rewşa Kerkûkê, Encumena Parêzgeha Kerkûkê mijara beşdarbûna vê parêzgehê di referandumê de xiste dengdanê û bi piraniya dengên endamên beşdar di civîbê de biryar hat dan, ku Kerkûk jî tevli referanduma serxwebûna Kurdistanê bibe.

 

Civîna îro li ser daxwaza 23 endamên Encumena Parêzgeha Kerkûkê hatibû sazkirin, ku pêştir bi nivîseke fermî daxwaz ji encumenê û rêveberiya Kerkûkê kiribûn, mijara beşdarbûna Kerkûkê di referanduma Kurdistanê de were gotûbêjkirin û biryar li ser were dan.

 

Piştî ku encumenê biryara sazdana referandumê li Kerkûkê pesend kir û piştî bi dawî hatina civînê, endamên Fraksyona Birayetî konfranseke rojnamevaniyê saz kirin.

 

Serokê Fraksyona Biraytiyê di Encumena Parêzgeha Kerkûkê de, Ehmed Eskerî di vê konfransa rojnamevanî de ragihand: “Encumena Parêzgeha Kerkûkê îro sêşembiyê civîna xwe ya asayî pêk anî û mijareke giring û çarenivîssaz a derheqê vî bajarî de nirxand. Hemû aliyên beşdar ji pêkhate û aliyên siyasî bi amadebûna birêz Parêzgar li ser daxwaza 23 endamên encumenê biryar dan, ku li Kerkûkê referandum bihê kirin û Kerkûk ji parêzgehên din ên Herêma Kurdistanê neyê cudakirin.”

 

Ehmed Eskerî got: “Çê nabe ku bi ti şêweyekê xelkê Kurdistanê biryar li tiştekî çarenivîssaz bide, lê belê xelkê parêzgeha Kerkûkê ku gelek qurbanî dane, tenê temaşevan bin, belku dive ew jî tevî hemû alî û pêkhateyên din ên Kurdistanê ku beşek in ji vê Kurdistanê û hatine veqetandin, beşdar bibin û dengê xwe bidin û di vê mijara çarenivîssaz de beşdar bibin û ji bo serxwebûna Kurdistanê deng bidin.”

 

Serokê Fraksyona Birayetiyê herwiha destnîşan kir: “Her kes azad e ku di referandumê de çawan deng bide, li gel wê çendê jî em daxwazkar in, ku bi Belê deng bidin serxwebûna Kurdistanê, çimku ew mafek e ku ya ha me hemû aliyan e.”

 

Ehmed Eskerî tekez kir: “Em herwiha hemû wan pêkheteyan jî ku bi me re dijîn, piştrast dikin, ku di dewleta Kurdistanê ya bihê de, dê mafên wan zêdetir parastî bin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst