Xanî herî zêde li Mûş û Amedê biha bûne: Sedem çi ne?

30-04-2025
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Amed /Wêne: Rûdaw
Amed /Wêne: Rûdaw
Nîşan Amed Mûş Xanî Bihabûn Bakurê Kurdistanê Tirkiye
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li gorî amarên Banka Navendî ya Tirkiyeyê, li bajarên Bakurê Kurdistanê cihên ku herî zêde xanî lê biha bûne Mûş û Amed in.

Amed di aliyê bihabûna xaniyan de di nava bajarên Bakurê Kurdistanê de, yek ji bajarê herî giran e.

Li gorî amarên Banka Navendî ya Tirkiyeyê li Mûş bihayê xaniyan serê her metre çargoşeyek ji sedî 25.66 zêde bû û di rêza yekemîn de cih girt.

Li gorî heman amaran li Amedê jî bihayê xaniyan serê her metre çargoşeyek ji sedî 17,45 zêde bûye.

Di meha Nîsana 2024an de serê metreçargoşeyek xanî 20 hezar û 638 lîreyê Tirk bûye lê di Nîsana 2025an de ev biha gihiştiye 25 hezar û 17 lîreyê Tirk.

Gelo xanî çima ev qas biha dibin, sedem çi ne?

"Dema ku erse kêm bin dê xanî biha bin"

Şêwirmendê kirîn û firotina xaniyan Fesîh Bozan sedema bihabûna xaniyan wiha tînê zimên:

"Amed hebekî xitimî ye. Dema ku erse hebe dê biha kêm be lê dema ku erse hindik bin, yên ku erseyên xwe beramberî daîreyan didin mutehîtan para xwe zêde dixwazin.

Wextê îro mutehîtek 100 heb daîreyan çêke ji van 50 daîre ji xwediyê erseyê re dimîne.

Wê çaxê jî bihayê van 50 daîreyan dikeve ser daîreyên din. Wê demê jî bihayê daîreyan ji sedî sed zêde dibe.

Şahîn Enç yek ji belênderên herî naskirî yê Amedê ye.

Ew dibêje hem lêçûnên lêkirina avahiyan û hem jî nebûna erdên îmarkirî wisa kiriye ku bihayê xaniyan hersal zêdetir bibe. Wisa lê hatiye ku kar û zirar êdî hev dernaxin.

"Divê îmarên nû vebin û enflasyon dakeve"

Belênder Şahîn Enç jî sedemên bihabûna xaniyan wiha bi nav kirin:

"Bihayê karkeriyê giran e. Ew jî maliyeta daîreyan û maliyeta înşeatê zêde dike. Sedemeke din jî enflasyona Tirkiyeyê ye.

Ji ber ku enflasyona Tirkiyeyê zêde ye, her qelemên înşeatê roj bi roj zêde dibin.

Wexta zêde dibin, maliyet zêde dibin û wê jî davêjin ser daîreyan.

Ji ber vê yekê bihayên daîreyan zêde dibin. Ji bo ku ev sdem ji holê rabe, gereke îmarên nû vebin û enflasyon jî dakeve.

Li Amedê kirîn û firotina xaniyan digel bihabûnê jî li gorî par û pêrar zêdetir bûye.

Li Amedê xanî êdî ne tenê ji bo starê, ji bo bazirganiyê û avakirina deriyê dahatê jî têne kirîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst