Destici: Xewna HDPê ya Kurdistana mezin heye

29-09-2021
RÛDAW
Nîşan BBP Mustafa Desteci HDP Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Yekîtiya Mezin (BBP) Mustafa Destici li Parlamentoya Tirkiyê behsa nexşerêya HDPê ya derbarê çareseriya demokratîk de kir û pêwîst dibînê parlamenterên wê partiyê heta yekalîbûna dosyeya girtina HDPê li dadgehê, çalakiyên wan bên ragirtin.

Roja 27ê Îlona 2021ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nexşerêyeke 11 maddeyî bo raya giştî ragihand û amaje bi wê yekê da ku dijî danîna qeyûman in bo ser şaredarî û hemû saziyan. Herwiha tekez kir ku nabe êdî desthilat dadweriyê wek amrazekê bo rûbirûbûna opozisyonê bikar bîne. HDPê daxwaz dike ku pirsa Kurd bê awayekî demokratîk bê çareser kirin û dibêje, divê di vê mijarê de parlamento rola xwe bibîne.

Ev di demekê de ye ku ji aliyê Dozgeriya Giştî ya Tirkiyê ve doz li ser HDPê hatiye tomarkirin û hewl tê dayîn bê girtin. HDP sêyemîn fraksyona mezin a Parlamentoya Tirkiyê ye û di hilbijartina dawî ya parlamentoyê de ku sala 2018an hat kirin, ji sedî 11.7ê dengan bidest xist û ji 600 kursiyên parlamentoyê, 67 kursî bidest xistin û niha 58 kursiyên wê hene.

Serokê Partiya Yekîtiya Mezin (BBP) Mustafa Destici ku hevdem ew bi xwe take parlamenterê partiya xwe ye û piştgiriya AKP û MHPê dike, li Parlamentoya Tirkiyê di civîneke çapemeniyê de dijî wê nexşerêya HDPê rawestiya û rexneyên dijwar li CHP û wan partiyên din ên Tirkiyê girtin ku behsa hebûna pirsa Kurd dikin.

Mustafa Desticî li parlamentoya Tirkiyê got: “Eger hun dibêjin pirsa Kurd heye, werin zelal bikin ku çi ye û awayê çareserkirina wê jî çawa dibe.”

Destici dibêje: “Di mijara pirsa Kurd de hevoka çareseriya demokratîk heye. Gelê me û em jî gelekî ji van gotinên birîqedar bêzar bûne. Dema ku dibêjin pirsa Kurd em mebest û merama wan dizanin. Ji CHP û wan hemû partiyan dipirsim ku dibêjin pirsa Kurd heye, eger pirseke wiha heye ku bi nerîna me nîne, ev pirs çi ye? Vê jî bibêjin. Tenê nebêjin pirsa Kurd heye, cihê çareseriyê parlamento ye û muxatabê beramberî ew alî ye. HDP vekirî dibêje! Dibêje ji xeynî Tirkî perwerde bi zimanekî din, dibêje derxistina Tirkîtiyî ji destûrê, herwiha dibêje çareserî û xewna Kurdistana mezin. Gelo hun jî wiha dibêjin?”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst