Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Xezîne û Darayiyê yê Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek ragihand ku dê li Êliha Bakurê Kurdistanê metro were avakirin.
Mehmet Şîmşek li Çiyayê Meretoyê yê navçeya Sasonê beşdarî merasîma "danîna kevirê yekem" a ji bo nûjenkirina Dêra Meryemayê bû.
Şîmşek pişt re, beşdarî vekirina "Xebatên Rê û Peyzajê yên Bulvara Îluhê" ya li navenda bajêr bû û li qadê lêkolîn kir.
"Dê pêvajoya avakirina metroyê dest pê bike"
Şîmşek da zanîn ku başkirina Çemê Êlihê projeyeke mezin e ku 34 kîlometre xeta kesk li xwe digire û ew xebatên ji bo bipêşketina Êlihê dişopînin.
Mehmet Şîmşek destnîşan kir ku serkeftina Êlihê di rêzbendiya Tirkiyeyê de di salên dawî de bi lez zêde bûye û wiha got:
"Ev bi saya veberhênanên ku me di 15-20 salên dawî de bi hev re bingeha wan daniye pêk hatiye.
Ji bo çareserkirina pirsgirêka trafîkê û qirêjiya hewayê em rêyên derdorê qonax bi qonax ava dikin lê yek ji projeyên herî girîng ew e ku li ser xetên hesinî yên heyî dê pêvajoya avakirina metroyeke sivik dest pê bike.
Ev yek dê hewaya Êlihê paqij bike û dê çûn û hatina welatiyên me hêsantir bike. Ji ber ku Êlih bi gavên lez ber bi bajarê mezin ve diçe.
Nifûsa wê 654 hezar e. Em bawer dikin ku heke ev meyl bidome, di nav 7 heta 10 salên bê de nifûsa Êlihê dê 750 hezarî derbas bike û înşalah bigihîje statuya bajarê mezin.
Em di her warî de ji bo bipêşketin û geşbûna Êliha xwe di nav hewldanan de ne.
Înşalah ev hewldan dê encamên erênî bidin û Êlih dê pêş bikeve, geş bibe û bibe motoreke nû ya mezinbûnê ya Tirkiyeyê."
"Em dê bi ser bikevin"
Wezîr Şîmşek anî ziman ku pêvajoya çareseriyê dê li herêmê aştî, aramî û refahê zêde bike û dê biratî û yekîtiyê xurt bike û got:
"Bi izna Xwedê em dê bi ser bikevin û li tevahiya vê cografyayê dê biratî serwer be. Înşalah li tevahiya vê herêmê, bi taybetî zilma ku Îsraîl bûye sedema wê dê bi dawî bibe û aştî û aramî dê were herêmê.
Vîna hemû welatê me ya ji bo çareserkirina van pirsgirêkan heye.
Bi serokatiya Serokkomarê me, înşalah ev hewldan dê encamê bidin û Êliha me, tevahiya herêma me û heta tevahiya vê cografyaya ku Sûriye, Îraq û hemû welatên din di nav de ne, dê wekî hewzeke aramî û refahê bi hewldaneke bipêşketinê pir bi pêş ve biçe.
Bes e ku em bibin yek, bi hev re bin, bibin bira."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse