Nêçîrvan Barzanî: Em dê her tim parêzerê maf û azadiyên hemû kesî bin

29-09-2025
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Patrîk Mar Awa Xirîstiyanên Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi Patrîkê Dêra Rojhilat a Aşûriyan û hejmarek metranên wê dêrê yên li Îraq, cîhan û Kurdistanê re civiya.

Di civînê de rewşa dêrê û bawermendên Dêra Rojhilat a Aşûriyan hatin gotûbêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew dê her tim parêzerê maf û azadiyên hemû kesî bin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de rewşa Dêra Rojhilat a Aşûriyan û bawermendên wê yên li Îraq,cîhan û Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin.

Her wiha behsa rewşa pêkhateyên olî, azadî û bi taybetî azadiya olî ya li Îraq û Herêma Kurdistanê hat kirin.

Patrîk Mar Awa behsa Konferansa 1,700 saliya Encumena Nîkayayê kir ku sê rojên borî li Hewlêrê hatibû lidarxistin.

Metranan jî kurteyek derbarê dêra xwe ya li welatên cîhanê pêşkêş kir û pesnê pêkvejiyan, hevdûqebûlkirin, aramî û seqamgiriya Herêma Kurdistanê da.

Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe ji bo lidarxistina çalakiyên Dêra Rojhilat a Aşûriyan li Hewlêrê anî zimên.

Her wiha spasiya wan kir ku salane di çarçoveya kar û bernameyên xwe de hejmarek ciwanên ji derveyî welat, ji bo serdan û naskirina welat û çanda xwe tînin Kurdistanê.

Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku Herêma Kurdistanê şanaziyê bi çanda pêkvejiyan, hevdûqebûlkirinê ya di navbera pêkhateyan de dike û dê her tim parêzerê maf û azadiyên hemû kesî be.

Gotûbêjkirina çend dîtin û nêrînên cuda yên derbarê jiyan û rewşa pêkhateyên li Îraq û Herêma Kurdistanê mijareke din a civînê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst