Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê leşkerî yê Serokê Herêma Kurdistanê Babekir Zêbarî diyar kir ku ji 11 firqeyên Pêşmerge, 10 hatine yekxistin û heta dawiya sala 2026an dê hemû Pêşmergeyên Kurdistanê di bin sîwana wezaretê de bên yekxistin.
Şêwirmendê leşkerî yê Serokê Herêma Kurdistanê Babekir Zêbarî ji Rûdawê re ragihand ku pêvajoya yekxistina hêzên Pêşmergeyan ber bi dawîbûnê ve diçe û ji 11 firqeyan tenê yek maye ku were yekxistin.
Babekir Zêbarî her wiha eşkere kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) ji bo serkeftina yekxistinê berdewam di nava pêwendiyan de ne.”
Enî û fermandarî dibin firqe û dever
Şêwirmendê leşkerî yê Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir ku di Wezareta Pêşmergeyan de enî û fermandarî hene lê di çarçoveya ji nû ve birêxistinkirinê de ew namînin û dibin firqe û dever.
Her wiha diyar kir ku dê du deverên Pêşmerge bên avakirin û got, “Dever dê çavdêriya firqeyan bikin û niha ev pêngav di qonaxa dawî de ye.”
Liwa Bextiyar Mihemed: Çaksaziya di nav Pêşmergeyan de berdewam dike
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Liwa Bextiyar Mihemed ji Rûdawê re got:
“Çaksaziya di nav Pêşmergeyan de berdewam e, her çend hinekî hêdî bi rê ve diçe û ne di asta çaverêkirî ya me û xelkê Herêma Kurdistanê de be jî lê ez dikarim bêjim di van rojan de çend civîn û gotûbêj tên kirin da ku em karibin pêvajoya çaksaziyê zêdetir bi pêş bixin.”
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan got, "Bername bi vî rengî ye ku heta sala 2026an, du dever yan jî hêzek di bin sîwana Wezareta Pêşmergeyan de bên komkirin.
Ev encama dawî ye û em hêvîdar in bi hevsengî û hevahengî were cîbicîkirin."
Liwa Bextiyar Mihemed derbarê sûda biryarê de jî got, “Ew her du hêz dê birêxistinkirîtir bibin, hem ji aliyê fermandarî û kontrolkirinê ve û hem jî ji aliyê dabînkirina budce û pêdiviyên xwe yên lojîstîk ve.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse