Encamên dawî yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê sibe bên ragihandin

29-10-2024
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê” Cumane Xulayî Encamên Dawî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê ragihand ku ew dê sibe encamên dawî yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ragihînin.

Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Cumane Xulayî îro ji Rûdawê re ragihand ku ew dê sibe saet 10:00an li avahiya Komîteya Navendî ya Komîsyona Hilbijartinan a li Hewlêrê encamên dawî yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê eşkere bikin.

Cumane Xulayî got:

“Piştî eşkerebûna encaman partî û namzedên serbixwe dê karibin îtiraza xwe bikin.”

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê 21ê Çiriya Pêşînê amarên destpêkê yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê eşkere kirin.

Rêjeya beşdariya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ji sedî 72 bû.

Li gorî encamên komîsyonê hejmara kursiyên partiyan li Parlamentoya Kurdistanê wiha ye:

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 39 kursî

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): 23 kursî

Newey Nwê (Nifşê Nû): 15 kursî

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû): 7 kursî

Tevgera Helwestê: 4 kursî

Komeleya Dadgeriyê (Komel): 3 kursî

Eniya Gel: 2 kursî

Tevgera Goranê: 1 kursî

Hevpeymaniya Herêma Kurdistanê: 1 kursî

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

YPJyê li ser jinên dîl daxuyanî da / Wêne: Rûdaw Grafîk

YPJyê li ser jinên dîl daxuyanî da

YPJyê diyar kir ku ji kiryarên çekdarên êrişkar ên li dijî jinên esîr ên birîndar Tirkiye berpirsyar e